Ozugurlu: Serdema reştir a Filistinê dest pê kir

  • rojane
  • 09:13 22 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Parlamentoya Îsraîlê zagona “Netewedewleta Cuhu’ qebûl kir. Biryara Îsraîlê ya li ser mijarê Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu nirxan û da zanîn ku feraseta netewedewletê bi tu awayî aramiyê ji bo mirovahiyê ava nake. Piştî vê biryarê ji bo Filistînê rojên reştir dest pê dike. 
 
Parlamentoya Îsraîlê di rojên nêz ên derbas bûn de “Zagona Taybet a li ser Netewa Cihu” nîqaş kir û li dij 55 dengên ‘Na’ bi 62 dengê ‘Erê’ qebûl kir. Bi qebûlkirina vê zagonê li Îsraîlê biryara 2 zimanê fermî yê li Îsraîlê hat betalkirin. Zimanê Erebî yê ku fermî bûn bi vê biryarê fermiyeta wê ji ser hat rakirin. Di heman zagonê de hat qebûlkirin ku li cih û warên filistînî lê dijîn ji bo cihuyan lêkirina avahiyan dê bidome. Îsraîl, wek welatê cihu yê ji mêj hat pênaskirin. 
Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu mijarê nirxand û da zanî ku Tirkiye jî di nav de dê tu welateke din yê Îslam li dij vê biryara Îsraîlê bertek nîşan ne de û têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re hene qut nekin. Di mijarên wisa de welat bêtir berjewendiyên xwe esas digrin û helwest diyar dikin. 
 
'ÎSRAÎLÊ PÊNGAVA FERMÎ JÎ AVÊT'
 
Ozugurlu aşkera kir ku ji avabûna Îsralîlê (1948) ve armanca Îsraîlê avakirina “Netewedewleta Cihu’ ye. Bi pingavên xwe yên dawî ên wek zagona avakirina yekîtiya civakê gaveke din nîzî armanca xwe bû. Ozugurlu wiha got: "Îsraîl dixwaze li nav sînorên xwe herêmeke xwerû ava bike. Ev li gor bawermendiya olî ya wan jî wisa ye. Bi rengê siyasetê jî hedefa Îsraîlê wisan ye. Ev hedef di gewhera xwe de bi sînorê Îsraîlê yên heyî jî bi sînor nîn e. Hedefa xwe hê ciheke firetir e. Daxwaz ev e ku welateke ku navenda xwe Quds be avake. Lê ji bo bertekên welatên Ereb nekşîne ser xwe di destpêkê de Tel Avîv kir paytext. Di rastiyê de hedefa wan ewbûn, Quds bikin paytext. Îro bi van biryarên hatin girtin gavek din nêzî hedefê bûn. Ev jî bi gava fermî ya zagonê hat rewakirin.”
 
BIRYAR DÊ FILISTÎNİYAN BIKE ÊN DIN
 
Ozugurlur vedibêje ku bi vê biryarê rewabûna hemû filistîniyan ji holê hat rakirin û wiha pêde çû: "Bi vê hemleyê hemû zarok, ciwan, kal, pîr, jin, mêr çi kesên filistînî hene li Îsraîlê kire ne rewa û îlegal. Ev jî dê bi xwe re êrişên li ser filistîniyan tund bek û ji vir şûn ve li Îsraîlê ji bo filistîniyan rojên reştir dest pê bike.”
 
JI MIROVAHIYÊ RE BEXTEWARIYÊ NAYNE
 
Ozugurlu vedibêje ku feraseta ‘netewedewlet’ bi tu rengî bextewariyek ji mirovahiyê re peyda nake û wiha pêde çû: "Bi her rengî ‘feraseta netewedewlet’ ji mirovahiyê re bextewariyê peyda nake. Em li Tirkiyê ji vê re şahidiya zindî dikin. Yanî li Tirkiyê modeleke nimûne heye. Ev nimûneyeke pir girîng e. Em bibîr bînin ku herî dawî bûyer qewimîn û hêjmarek zêde mirov li Îsraîl û Filistînê hatin kuştin. Serokomarê Tirk Erdogan bertek nîşanî Îsraîlê da. Serokomarê Îsraîlê Netenyahu jî diyar kir ku Tirkiye jî bi balafiran welatiyên xwe bobebaran dike. Di gewherên xwe de polîtîka her du dewletan jî yek e. Li Tirkiyê demeke dirêje di çarçoveya pirsgirêka Kurd de hin geşedan û hewildan hene. Hun dema bixwazin ‘netewedewlet’ ava bikin, hun neçarin ku ziman, maf û baweriyên hin netewên din ji holê rakin. Ji ber ku navê xwe yek netewe, yek al, yek dewlet, yek ziman e. Ev yek, yek, yek hedefa weye.” 
 
'WELETÊN ÎSLAM LI GOR SIYASETA AMERÎKAYÊ TEVDIGERIN'
 
Di serî de Tirkiye û welatên din ên Îslam derbarê biryara zagona hatî qebûlkirin de ne bi bertek in. "Sûrye ne tê de heke li welatên Îslam mêze bikî, taybet jî hemu welatên li Kendavê polîtîkayên Amerîkayê esas digrin. Helwesta xwe li gor siyaseta Amerîkayê nîşan didin. Dibe ku Katir hinek ne wek wan be. Lê Katar jî ji ber ku bi Erebîstana Siûdîre arîşeyê dijî xwedî helwesta cihê ye. Heta di wan rojên destpêkê de ku bi Erebîstana Siûdî re şer dikir jî ji Amerîkayê çend balafirên şer kirî. Yanî milyar dolaran li ser navê bazirganiyê da Amerîkayê. Ev jî destnîşan dike ku Katar çiqa newêr tevdigere. Yekîtiya Ereban jî tenê li dij biryarên Îsraîlê dicive û biryaran digre. Ev birya tenê li ser kaxit dimîne.”
 
‘HETA ÎRO JÎ ME DÎT KU TIRKIYE ÇI KIR’
 
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê di daxuyaniya li dijî vê biryarê de got ku “Ew dê bi tu awayî qebûl nekin.” Ozugurlu wiha gotina xwe bidawî kir: "Tirkiye wek welateke Îslam heta niha me dît ku bilî helwesta Erdogan a 'One Minute' tişteke din nekir. Yanî ev dewleta ku zagonên xwe binpê dike û welatiyê xwe dikuje dê çewan rabe welatiyên welatên din biparêze.”