Modeleke Komîn a pêşketinê: Kavar

  • rojane
  • 09:10 22 Tîrmeh 2018
  • |
img
BEDLÎS - Li Tatwanê 5 gundiyên di 1990’î de ji gund hatin derxistin û di 2009’ê de vegeriyan gundê xwe  hatin gel hev û kooperatîfa bi navê Kavar ava kirin. Kooperatîfa Kavar wek nimuneyeke serkeftî ya aboriyê derket pêş û di komunê de 40 jin hilberînên xwezahî hildiberînin. Dahatuyê jî di nav xwe de wekhev parve dikin. 
 
5 gundên di navbera Tatwana Navçeya Betlîsê û Wanê de dimînin û di 1990’ê bi zorê hatin valakirin hatin gelhev û Kooparatîfa Lipêşxistina Çandiniyê ya bi navê Kavar ava kirin. Kooparatîfê di Çileya 2009’ê de dest bi xebatê kir û her diçe xwe mezin dike. Seroka Desteya Rêveber a Kooperatîfa Lipêşxistina Çandiniyê ya Kavar Gurgîn Karabey dide zanîn ku wan di destpêkê de bi 3 jinan dest bi vê xebatê kir. Lê niha em 40 jin bi hev re dixebitin. Kooperatîfa me ji sedî set hilberîna xwezahî ya nok, beqlik, hingiv û hwd. dike.
 
'GELÊ ME BILA MUHTACÊ NEKESAN NEBE' 
 
Karabey dide zanîn ku gundiyên Dîbek, Duzceala, Bolalan, Kolbaş û Yassı hatine gel hev û kooperatîf ava kirine û wiha got: "Kavar navê cih û warê 6 gundên ku di navbera Wan û Tetwanê ye û di 1990’ê de hatin valakirin re tê gotin. Herêmeke biçûk e. Lê pir bi bereket e. Xwedî zozan û goleke xweşik e. Gundiyên di 1990’ê de ji gundên wan hatin derxistin, di 2000’ê de vegeriyan. Gelên Kavar ji aboriyê ve lewaz bûn. Me jî wek fikrek dê çewan karibin bibin destek û vê karê kooparatîfê li pêş xist. Kooperatifa hat avakirin ne wek wan kooperatîfên kilasîk ên li Tirkiyêne. Me wek kooperatîfên klasîk ji dewletê desteka kirêdî û sewalan nesende. Berovajî bi hêza xwe van derfetan afirand û kooperatîfê damezirand. Ji ber vê jî kooperatîfa me ji kooperatîfên din cihêtir e. Armanca me ev e em ciwan û jinên li Kavar muhtacê alîkariyên sosyal ên ku wek parsê ji aliyê Kaymakamiya Tetwanê ve tên belavkirin nekin. Me gelên li Kavar dijîn muhtacê tu nekesan nekir û baweriya wan a ji bo ked û pergala wan a aboriyê re xurtir kir. Feraseta me ya kooperatifê jî ev e.”
 
‘FÊKİYÊN ME JI SEDÎ SED ORGANÎK IN’
 
Karabey bal dikşîne ser xabeta wan a ku li ser riya navbera Tetwan û Wanê ya hilberînên wan di kulubeyên biçûk de difraşin û waha pêde çû: “Hin muşteriyên me telefonên me dikin û siparîş didin. Her wiha me di demeke nêz de di ser înternetê de malpera Kooperatîfa Kavar vekir. Di ser wê malpera înternetê de me bazara hilberîne xwe pêşkêşî raya giştî kir. Her wiha em li ser riya Wan û Tatwanê di kulebeyên biçûk de hilberînê xwe difroşin. Hilbirînên me ji sedî sed organîk in û di bin marka ‘Kavar’ de di bazarêde tên firotin. Me bi 3 jinan dest bi kooperatîfê kir. Niha 40 jin dixebite. Hedefa me meztire. Em dixwazin hê zêdetir jinan di kooperatîfê de bicihkin û derfetê aboriyê ji bo wan bidin afirandin. Di vê bê zanîn ku em di kooperatîfê de hingiva di şanê de, hingiva nizilandî, nok, beqlik, kakilê guzan, Hingiva nizilandî ya kulîkan dihelbirînin. Em van hilberînên xwe jî difroşin. Pereyê ku tê bidestxistin di navbera jinên karker de wekhev tê parvekirin. Ez jî wek karkereke ji dil di kooperatîfê de dixebitin.”
 
MA/Mahmut Ruvanas