‘Dê tenduristiyê hê bihatir bikin’

  • rojane
  • 09:08 22 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED- Sekreterê SES’ê yê Şaxa Amedê Mehmet Nur Ulus, da zanîn ku Serokê Desteya Rêveber a Zanîngeha Medîpol kirin Wezîrê Tenduristiyê. Ev jî diyar dike ku dê ji vir û şûnve tenduristî hê bêtir bi peran bê kirîns. Lê daxwaze me ev e ku wek alternatîfê ‘pergala tenduristiya bi pere’, Pergala Tenduristiya Diparêze bê damezrandin û tenduristiya gel bê başkirin.
 
Pîştî Pergala Hikumeta Serokomariyê Serokê Desteya Rêveber û Şandeya Mutevelî ya Zanîngeha Medîpol Fahrettîn Koca kir Wezîrê Tenduristiyê bertek û nerazîbûnên kameleyên saziyên tenduristiyê zêde bûn. Sazî û dezgeyên tenduristiyê her dem li dij şîdeta li hember xebatkarên tenduristiyê pêk dihat bertek nîşandidan û dadiket kolanan. Îro jî heman sazî ji ber peyurdarkirina Koca bi bertekin û fikara wan ev e, piştî Koca pergala tenduristiyê bêtir bi pergala bazirganiya peran. 
 
Serokê Sendîkaya Karkerên Xizmetê yê Civak û Tenduristiyê (SES) yê Şaxa Amedê Mehmet Nur Ulus li ser mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Ulus dide zanîn ku di pergala tenduristiyê de sedemê pêşketina şîdetê hişmendiya bidestxistina perêyê zêde ye. Desthilatdarî radibe cihekî wek cihê Wezareta Tenduristiyê de Serokê Desteya Rêveber a Zanîngeha Medîpol Fahretîn Koca dike Wezîr. Ev bi xwe aşkera dike ku dê ji vir û şûnve di pergala tenduristiyê de kirîna tenduristiyê bêtir bi pere be. Di vê rewşê de tê famkirin ku desthilatdarî hişmendiya Pergala Tenduristiya Parastinê ya gel ji holê radike û di cihê wî de mantik û hişmendiya kara zêde ya pere derxe pêş. Ulus hişyar kir ku hişmendiya kara zêde dê bixwe re di tenduristiyê de newekheviyê mezin bike û kesê xizan nikaribe li gor normên serdemê tenduristiya xwe biparêze. 
 
'DIXWAZIN HIŞÊ SEKTORA TAYBET BIXIN NAV PERGALÊ’
 
Ulus got ku di Wezareta Tenduristiyê de peywirdarkirina sektora taymet ne tesadufe; ev hişmendî bi derketina “KHK” ya hêjmara 657’ê ya guhertina Zaguna Memurên Dewletê xwe nîşan da û dê ji vir û şûn de dê hişê sektora taybet xwe di pergala tenduristiyê de birêxistin beke. Wezîrê Berê yê Tenduristiyê Mehmet Muezzinoglu jî xwediyê nexweşxaneya taybet bûn. Van kiryaran jî aşkera dike ku daxwaza desthilatdar ewe ku pergala tenduristiyê bike pergala hişê sektora taybet. Ev jî ne ew fikare ku dixwaze tenduristiya welatiyan biparêze. Hedef ew e ku hê bêtir pere qezenc bikin. Dê tenduristiya civakê xirabikin û bêjin ‘werin em we derman bikin’. Ev hişmendî bi çavê tenduristiyê li welatî mêze nake, bi çavê muşterî li gel û welatiyan mêze dike.   
 
'DIBE PERGALA BAZARA BAZIRGANIYA TENDURISTIYÊ'
 
Ulus balkişand ser Pergala Veguherandina Tenduristina Tirkiyê ya ji 2002’yan dest pê kir û niha projeya wek nexweşxaneyên bajaran didome rawestiya û got: “Nexweşxaneyên Bajar projeya şirîgatiya hikumet û sektora taybet e. Di pergalê de dewlet xwediyê paya ji sedî 51’ê be jî sektora taybet xwediyê para ji sedî 49’ê ye. Ev parvekirina pergala tenduristiyêye. Di kolanan de Serokomar li ser vê projeyê diaxive. Armanca axaftinê  avakirina bingaha pergala sektora taybete. Proje ji 2002’yan dest pêkir. Bo ku ev veguhertina teybetîkirinê demeke dirêj dom kir gel hînê wî kirin.”
 
‘KILÎNÎK PARÇE PARÇÊ TÊN FIROTIN'
 
Ulus bal kişand ser arizîkirina nanpêjiya nav nexweşxaneyan û wiha pêde çû: “Niha di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargil a Amedê de beşa laboratuwar û radyolojiyê kirin arizî û firotin  şîrketên taybet. Klînîk parçe parçe tên firotin. Her çend rûyê nexweşxaneyan ên derve wek qesran xuya bikin jî nava nexwaşxaneyan bi giştî xirab e. Em wek kedkarên pergalê heqdesta xwe li gor keda xwe bi dest naxin. Em daxwaza berdêla keda xwe dikin lê dîsa hişmendiya dewletê ya sektora taybet diparêze derdikeve pêşberî me.”
 
Ulus dide zanîn ku bi KHK’yan derxistina ji kar li gor hişê sektora taybet e. Bi desthilatdariya AKP’ê re Tirkiye têk çû  û her tişt dewrê sektora taybet kirin.
 
Alternatîfa li dij hişê sektora taybet ‘Pergala Parastina Tenduristiyêye’. Divê tenduristî ji hişê reklam û tuketimê dur bê girtin. Pêwîstî pê heye ku xizmeta herî bilind a tenduristiyê ji bo welatiyan bê dayîn.