Dayîkên Şemiyê ji bo rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin

  • rojane
  • 15:11 21 Tîrmeh 2018
  • |
img

STENBOL - Dayîkên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe daxwaza edaletê kirin. Dayîk Zubeyde Tepe, bang li kesên ew mehkûmê qadan kirin, kir û got: “Di hûndirê min de birîna 25 salan a bi xwîn dibe heye. Ne roj roja mine û ne jî şev şeva mine.” 

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 695’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyar in winda li ku ne?” û wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan, malbata Ferhat Tepe, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de hat binçavkirin û dibin çavan de bi îşkenceyê hat kuştin, edalet hat xwestin. 
 
‘PISMAMÊ WÎ WÊ GOT DÊ PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMÎNE JÎ, KUŞTIN’
 
Bavê Ferhat Tepe Îshak Tepe, di çalakiyê de axivî û got: “Kurê min berî 25 salan hat winda kirin, lê hîna jî birîna me pir tezeye. Kesên kurê min winda kirin, dinava dewletê de tên girtin. Me navê hemû kesên berpirs yek yek parve kirin. Yek ji van jî Tuggeneral Taha Korkmaz ê li Tugaya Tetwanê cih digirt bû. Korkmaz hîna jî derve deye û li Stenbolê dijî. Wê demê Binbaşî Cem Ersever hebû. Yek ji damezrînerên JÎTEM’ê bû. Me ji bo van kesn serî li Wezaret Dadê da, lê ligel vê yekê ji bo me gotin ‘Rêxistinek wisan tuneye.’ Niha dewletê bixwe derbarê wê rêxistinê de lêpirsîn daye dest pê kirin. Ji ber ku destê dewletê divan cinayetan de heye, lêkolîn nake. Pismanê Ferhat jî bi heman awayî dest bi xebata rojnamegertiyê kir. Li şûna kurê min nûçegihantî kir. Di pirtûka binavê ‘Ferhat’ de gotibû ku ‘ezê pênûsa te li erdê nehêlim.’ Sadettîn jî di sala 1995’an de li qereqola Bedlîsê hat kuştin. Derbarê wan polîs û midûryetên polîsan de jî, tu lêpirsîn nedan dest pê kirin. Gelo emê çawan baweriya xwe dewletê bînin? Ji ber ku ez li aqûbeta kurê xwe geriyam û min got berpirs dewlete, derbarê min de doz vekirin. Lê sûcdarên rast hîna jî tên parastin.”    
 
‘KURÊ MIN Ê MIN DIL NEDIDA MAÇ BIKIM, KUŞTIN’
 
Dayîk Zubeyde Tepe jî, da zanîn ku weke roja dest pê kê êşa wê tezeye. Tepe bang li kesên ew mehkûmê qadan kirin, kir û got: “Di hûndirê min de birîna 25 salan a bi xwîn dibe, heye. Ne roj roja mine û ne jî şev şeva mine.” Tepe, bertek nîşanî sazî û dezgehên medya alîgir jî da û wiha bilêv kir: “Gelo ji bêdeng mayîna xwe şerim nekirin? Nexweş bi birîna xwe dizanin. Ez dixwazim kuherên kurê min bên darizandin.”
 
Daxuyaniya vê heftê ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan da û wiha got: “Hemû serlêdanên malbatê bêyî ku tu hincetê nîşan bidin, hatin red kirin. Em ê tu carî hinceta derbas bûyîna demê qebûl nekin û emê  lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo Ferhat Tepe bidomîn in.”