STENBOL - Danişîna doza cînayetê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink hat ditin. Heyeta dadgehê ji bo biryara navberê bide navber da danişîna dozê.
77'emîn danişîna doza Gerinendeyê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku 7 jê bersûcên girtî bi giştî 85 bersûc tên darizandin de, Fermandarê Cendirmeyan ê Trabzonê Ali Oz û Erhan Tuncel, Midûrê Polîsan ê berê yê Trabzonê Reşat Altay Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Polîsan a Stenbolê Ahmet Îlhan Guler jî di navde 8 bersûc amade bûn.
Piştî parastinan heyeta dadgehê jibo biryara navberê bide navber da danişina dozê.