4 welatî li Efrînê hatin revandin

  • rojane
  • 10:58 12 Tîrmeh 2018
  • |
img

EFRÎN - Li Efrînê 4 sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin

Çavkaniyekî ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî TSK'ê 2 roj berê 4 welatiyên gund revandin û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin. Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin; Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23). Çavkaniyî diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî TSK'ê piştî Xalid Hisên Mustefa revandin erebeya wî birin. Komên çekdar şevê din li gundê Sariya yê navçeya Mabata malên şêniyêna, avahî û kargehan şewitandibûn.