Di Pîrozbahiyên Amedê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:52 25 Hezîran 2018
  • |
img

AMED - Li Amedê piştî duh HDP'ê bend derbas kir di pîrozbahiyên duh de herî zêde 10 kes hatin binçavkirin. 

Duh li Navneda Amedê piştî HDP'ê benda hilbijartina 24'ê derblas kir, gel derket kolanan û pîrozbahî pêk anîn. Di pîrozbahiyên duh de polîsan mudaxaleyî girsê kir û herî kêm 10 kes binçav kirin. Li gori agahiyên hatin bi destxistin, li nokteyên cuda polîsan mudaxaleyî girsê kir û herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Amedê. 
 
Li bendê ye kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê bên kirin.