Birayê Serokê Partiya ÎYÎ jî hat kuştin

  • rojane
  • 15:32 25 Hezîran 2018
  • |
img
ERZIROM – Serokê Rêxistina Partiya ÎYÎ yê navçeya Qaraçobanê Mehmet Siddik Durmaz dema ji bo deng dayînê çû dibistanê hat kuştin. Îro jî birayê wî Savaş Durmaz ê ji Stenbolê diçû Qaraçobanê di rê de hat kuştin. 
 
Li navçeya Qaraçobanê ya Erziromê Serokê Rêxistina Partiya ÎYÎ yê navçeya Qaraçobanê Mehmet Siddik Durmaz dema ji bo deng dayînê çû dibistanê di pevçûna bi çek de hat kuştin. Birayê Durmaz, Savaş Durmaz ê ji Stenbolê diçû Erziromê ji bo cenazeyê birayê xwe li tesîsek li Erzînganê rastî êrîşek çekdarî hat û ew kuştin. 
 
Kesek bi navê F.Y. jî di êrîşê de birîndar bû. Tê gotin kesê êrîş pêk aniye yê bi navê Y.Y. ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin.