Li her du girtîgehên Amedê jî HDP û Demîrtaş bi ser ket

  • rojane
  • 13:33 25 Hezîran 2018
  • |
img
 
AMED – Li girtîgehên Tîpên E û D ên Amedê 1140 girtî deng dan. Li girtîgehan 961 deng ji HDP’ê re û 802 deng jî ji Namzedê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re jî 802 deng derketin. 
 
Li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku bi piranî girtiyên jin ên siyasî û girtiyên edlî lê dimînin çûn ser sindoqan û deng dan. 678 girtiyan deng dan. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî ku li Girtîgeha Tîpa E dimîne 678 girtiyan di 3 sindoqan de deng dan. Di 3 sindoqan de Demîrtaş 510 deng û HDP jî 549 deng bi dest xist. 
 
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ya li navçeya Peyasê jî 462 girt li 2 sindoqan deng dan. Li gorî encamên her du sindoqan 292 deng ji Demîrtaş re û 412 deng jî ji HDP’ê re derket. 90 deng jî ji Muharrem Înce re û ji Meral Akşener re jî 60 deng derketin. Balkêş e ku ji Erdogan re tenê 8 deng ji Girtîgeha Tîpa D derketin.