Malbatên Roboskê biryara DMME û AYM’ê rexne kirin

  • rojane
  • 19:18 14 Hezîran 2018
  • |
img
ŞIRNAX - Malbatên Roboskê di hefteya 337’an de jî lêgerîna edaletê domandin. Malbatan nerazîbûn nîşanî biryara DMME’yê û AYM’ê ya têkildarî dosyaya doza qetlîamê hatî dayîn da.
 
Mabatên 34 kesên di êrîşa balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 337’an de daxwaza edaletê kirin. Malbatan li ser gora zarokên xwe weke her hefte vê hefteyê jî kom bûn. Li goristanê li ser navê malbatan Bêrîvan Encû axivî û destnîşan kir ku piştî qetlîamê sozên ku hatî dayîn heta niha yek tenê jî pêk nehatiye û got: “Her ku daxwaza edaletê bilind dibe, Roboskiyên ku zilm lê tên kirin, wê weke şermekê tim di dîorka Tirk de xwedî cih be û bimîne. Dosyaya dozê ya ku li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîs, hikûmet, daraza sivîl û leşkerî, Dadgeha Destûra Bingehî û herî dawî jî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di nava yekîtiya van a şermê de hatiye veşartin.”
 
Endû wiha got: “Her ku ew ji bo nixumandina qetlîamê kar bikin, em ê bi awayê hiqûqî û edaletê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”