MELEETÎ - Li navçeya Hekîmxan a Meletiyê, HDP’iyên dibin çavderiya polîsan de xebatên hilbijartinê birêve dibirin, rastî êrîşa bi darên hêzên ên komeke nijatperest hatin û 7 HDP’î birîndar bûn.
Komek ji 20 -25 kesên ji namzet û rêveberiyên HDP’a Meletiyê pêk dihat, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn navçeya Hekîmxan a Meletiyê. Komekê dirûşmeyên faşîst berz kirin û bi daran êrîşî HDP’iyan kirin. Li navçeyê gava HDP’iyan belavok belav dikirin, 4-5 kes hatin gel wan û ji wan re gotin hûn dikarin belavokan belav bikin. Lê HDP’iyan guh nedan wan û belavok belav kirin. Li ser vê yekê komek qerebalix bi darên hêsin êrîşî HDP’iyan kirin. Di êrîşê de 7 HDP’î birîndar bûn. Polîsên hatin cihê bûyerê, mûdaxileyî HDP’iyan kirin û xwestin wan ji cihê bûyerê dûr bixin.
Koma ku polîsan mûdaxileyî wan nekir, heya demekê rawestiyan û dûre belav bûn. HDP’iyên birîndar li Nexwexaneya dewletê ya navçeyê tên derman kirin.