'24’ê Hezîranê roja hesap pirsînê ye'

  • rojane
  • 12:27 14 Hezîran 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  HDP’ê şevê din heya derengiya şevê xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Namzetên HDP’ê bi dengdêrên xwe re hatin gel hev û gotin: “24’ê Hezîranê roja hesap pirsînê ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi lez xebatên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên HDP’ê heya derengiya şevê bi dengdêrên xwe re hatin gelhev û di hevdîntinê de gotin ku; “Erdogan û AKP li ser HDP û Kurdan siyasete dike û em  ê li dijî van polîtîkayan li ber xwe bidin û li ser piyan bin.” 
 
BURSA 
 
HDP li Bursayê di çarçoveya hilbijartinê de her şev li taxan şahiyan pêk tînin. Şevê din li taxa Şirinevler a navçeya Yildirim bi sedan kes beşdarî şahiya hat lidarxistin bûn û eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê dan. Namzetê HDP’ê yên Bursayê Cahît Kirkazak û Hevseroka HDP’a Bursayê Yuksel Akgun xîtabî girseyê kirin û wiha gotin: “Ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hesap pirsînê ye. Li Tirkiyeyê êdî kes xwe di ewlekariyê de nabînin. Desthilatdarê dê hesapê hemû zilma kirî bide.” 
 
STENBOL 
 
Namzetên HDP’ê li navçeyên Beyoglu, Beşîktaş, Zeytînburnu, Esenler, Eyup, Fatîh, Beyazit, Cagaloglu, Gazîosmanpaşa, Kagithane, Sariyer, Sultangazî û Şîşlî yên Stenbolê jî, çûn serdana dikandar, belavok belav kirin, xebatên stant û bazarê bi rêve birin. 
 
SÊRT 
 
Namzetên HDP’ê yên Sêrtê jî, xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Li bajaroka Veysel Qeranî fitar hat dayîn. Namzetên Sêrtê Siddik Taş, Hayrettîn Şen û parlamentera ÊDP’ê Sadet Becerîklî û gelek kes beşdarî fitarê bûn. Piştî fitarê namzet beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Namzet dûre çûn Cadeya Guneş û belavok belav kirin. Polîsan bi hinceta “hûn cadeyê digirin, dengê stranên we bilindin” xwest mûdaxileyê HDP’iyan bikin, lê namzetan bertek nîşanî polîsan dan.