Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin

  • rojane
  • 10:23 23 Mijdar 2024
  • |

 
ŞIRNEX - Cenazeyê Alî Orek ê HPG'î yê di çalakiya li dijî TÛŞAŞ'ê de cih girt û cenazeyê wî piştî 31 rojan radestî malbata wî hat kirin, li Hezexê hat definkirin. 
 
Di çalakiya 23'yê Cotmehê ya li dijî TÛŞAŞ a Enqereyê de Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ên HPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek û Alî Orek piştî 31 rojê radestî malbatên wan hatin kirin. 
 
Cenazeyê Orek ji aliyêê malbatê ve hat wergirtin û li Goristana Şêx Hesen a li Hezex a Şirnexê bi beşdariya gelek kesan hat definkirin.