17’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 17 Mijdar 2024
  • |
img
* Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê didome û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe ya di çareserî û aştiyê de bilîze, hewceye bingeha wê were amadekirin.” 
 
* Mamoste û hevberdevka Dibistana Şehîd Koçerî ya Amadehî ya Mexmûrê Hêlîn Kaya diyar kir ku li Mexmûrê jin bi fikir û rêbazên neteweya demokratîk di nava civakê de roleke cidî dilîzin û got: "Heke pîvanên Neteweya Demokratîk pêk werin wê zilamek nikaribe di civakê de tundiyê bike."
 
* Ji Meclisa Nûneran a Arjantînê Mónica Leticia Schlotthauer ku piştgiriyê dide kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, diyar kir ku ew li gel têkoşîna azadiyê ya gelê kurd in. 
 
* Rojnameger Hawre Karwan anî ziman ku hevdîtinên koalîsyonê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji PDK’ê dixwaze ku hikûmeteke xizmetê ji wê re bike ava bike. Şertê YNK’ê jî ew e ku Mesrûr Barzanî nebe serokwezîr.” 
 
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li Xaçerêya Dortyolê ya Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar bixe. (13.00-18.00) ZINDÎ
 
* Meclisa Kedê ya HDK’ê dê têkildarî kampanyaya îmzeyan a li dijî tayînkirina qeyûman daye destpêkirin li hotêleke Beyoglûyê daxuyaniyê bide. (13.30)
 
* TJA dê bi boneya 25’ê Mijdarê li Esenyurt a Stenbolê daxuyaniyê bide. (14.00)