Bûldan: Êdî serdema AKP'ê bi dawî bû serdemek bêyî AKP dest pê dike

  • rojane
  • 17:20 27 Gulan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Îzmirê derket pêşberî hezaran û got: "Em di 7'ê Hezîranê de bi ser ketin. Em dê di 24'ê Hezîranê de jî bi ser bikevin. Êdî serdema AKP’ê bi dawî bûye. 25'ê Hezîranê serdema beyî AKP dest pê dike. 
 
Hevseroka Gieştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de beşdarî bernameya Rêxistina PDP'ê ya Îzmirê bû. Buldan, li Balafirgeha Adnan Menderes bi karwanek mezin hat pêşwazîkirin. Buldan dema derbasi Îzmirê bû, rastî karwana Namzetê Serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce hat û silav ji Înce re şand. Înce jî bersîv da silava Buldan. Piştre derbasî navçeya Bayrakli ya Îzmirê bû. 
 
Karwana Buldan li navçeya Bayrakli ji 7 salî heta 70 salî li taxa Onurê hatin pêşwazîkirin. Buldan dema li vir tev li vekirina buroyê bû bi hezaran hilbijêrên HDP'ê alên HDP'ê û wêneyê namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş rakirin. Girsê bê navber dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e", “Jin jiyan azadî”, “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û bi siloganan girêdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. 
 
Di vekirina buroyê de Namzeta HDP'ê ya Hêmae duyemîn a Îzmirê Cemile Aydin, axivî û got: "Em dengê xwe bidin xwe. Em yekîtiya xwe ava bikin. Em bi hevre têkoşînka azadî û demokrasiyê pêş bixin. Em bi hevre aştiyê bînin ser vê axê.
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di vekirina buroya hilbijartinê de wiha got: “Em îro li vê derê mîtîngê li dar naxin. Em tenê buroya xwe ya hilbijartinê vedikin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî heval, hogir û jin û mêr û ciwanên me dikim ku, îro ev der kirine wekî mîtîngekê. Îzmîr bajarekî aştî û azadiyê ye. Îro sedema ku HDP li Îzmîrê tê hezkirin ev e ku, têkiliya wê bi aştî û azadiyê heye. Namzetên HDP’ê nîşana vî tiştî ne. Di lîsteya me ya namzetan de namzetê me yê ji Afrîkayê û yê ji Behra Reş mil dane hev. Gelên Behra Reş û gelê Efrînê, gelê Kurd û gelê Tirk îro gihiştine hev û em li Îzmîrê dest bi xebatên hilbijartinê dikin. 
 
'DEMÎRTAŞ SLAV KIR' 
 
Ez ji Edîrneyê hatim vê derê. Min silav û coşa Demîrtaş ji we re anî. Destûr nedan ku li Edîrneyê em Demîrtaş bibînin. Nehiştin em biçin ba namzetê xwe yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê ku di dilê milyonan kesan de ye.
 
Ew dibêjin qey wan Demîrtaş di nav çar dîwaran de asê kirine lê îro li vê derê bi hezaran Demîrtaş hene. Em ji vê derê silavan ji Demîrtaş re dişînin.
 
Ew ji Demîrtaş tirsiyan. Ew tirsiyan ku Demîrtaş li qadan bi gel re were ba hev. Em sozê didin Demîrtaş û Yuksekdag û hemû rêhevalên me yên di girtîgehan de; ew ê ev gel bi ser bikeve. Ew ê HDP û Demîrtaş bi ser bikeve. Me soz daye Girtîgeha Îmraliyê jî. Em soz daye malbatên ku zarokên wan di teqîna Sirûcê de jiyana xwe ji dest dane. Me soz daye malbatên kesên ku di teqîna Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane. Me soz dane malbatên Roboskiyê jî. Ji ber ku ev têkoşîn, têkoşîneke bi rûmet e. Hêza AKP’ê tuneye ku vê têkoşînê û baweriya gel tune bike.
 
‘HÛN SENDOQAN BIBIN SERÊ HEYVÊ JÎ WÊ GEL DENGÊ XWE BIDE’
 
Bûldan wiha bi nav de çû: ‘’HDP hêviya aştiya welêt e. HDP baweriya bi demokrasiye ye. HDP sembola xwîşk û biratî û azadiyê ye. HDP partiya têkoşînê ya azadî û wekheviyê ya jinan e, partiyeke jinan e. Baweriya ciwanan a bi azadiyê ye. Ji bo vê jî di du hilbijartinên 24’ê Hezîranê de, em ê hem bi serkeftineke mezin parlamenteran bibin Meclîsê û hem jî em ê Selahattîn Demîrtaş bikin Serokkomar.’’
 
Bûldan bi domdarî got AKP ne tenê ji Demîrtaş, ji HDP’ê jî ditirse, ji parlamanter û şaredarên HDP’ê ditirse, li bajarên Kurdistanê hewl didin ku nehêlin gel deng bide û got, ‘’Hûn sendoqan bibin serê heyvê jî wê gelê me biçe ser sendoqê û dengê xwe bide.’’
 
Buldan bal kişande ser zext û zordarî û dek û dolabên AKP’ê yên li ser Kurdan û got, ‘’Me kuştinên kiryar nediyar dîtin, em hatin kuştin. Gundên me hatin şewitandin,  êşkence li me kirin lê li ber ti dîktatorî me serî netewand. Me dema Tansû Çîller dît, dema Kenan Eren, me nêzîktiya Suleyman Demîrel a li Kurdan dît. Em dizanin ku politikaya îmha û înkarê ya hikûmeta AKP’ê ya li ser gelên Tirkiyê bi kêrî pîvazeke xirabe nayên, gelê me wê bersiva hewce bide.’’
 
‘AN TARÎTÎ YAN RONAHÎ’
 
Bûldan li ser girîngiya vê hilbijartinê rawestiya û got, ‘’Ev hilbijartin wê çarenûsa gelên Tirkiyeyê diyar bike. Bi vî rengî wê biryarê li ser du tiştan bide. An li ser tarîtiyê yan jî li ser ronkahiyê. An wê ji zordarî, înkar, imhaya 16 salan a AKP’ê re bibêje ‘erê’ yan jî wê bibêje, ‘’na, em êdî ji AKP’ê re dibêjin, ‘T A M A M’, em biryara xwe li ser ronkahiyê, xwîşk û biratiyê didin.’’
 
‘WÊ TIRKIYEKE BÊ ERDOGAN BE’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan herî dawî got: ‘’Em baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê ne ji hêla aborî, ne çandî, siyasî û aramiyê ve tiştek nedaye civaka Tirkiyê. Êdî serdema AKP’ê qediya. 25’ê Hezîranê wê Tirkiyeyeke bê Erdogan, bê AKP’ê hebe.’’
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP'ê tevî namzet û rêveberênk xwe HDP, li navçeyên Seyhan û Yuregirê li taxên Akkapı, Gurselpaşa, 19 Mayis û Çamlibel esnaf ziyaret kirin.b 
 
MERSİN
 
Endam, rêveber û namzetên HDP'ê yên Mêrsînê jî li navçeyên Tarsus, Toros, Yenîşehir, Akdeniz û Mezitlî yên Mêrsînê, esnaf, komele û gel ziyaret kirin û bi wan re sohbet kirin. Namzetên HDP'ê rastî eleqeyek mezin hatin. 
 
ANTALYA
 
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî li restaurantek Kaleîçî bername pêk anîn û namzetên xwe bi gel dan naskirin. Gelek nûnerên saziyên civakî û nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Antalya Songul Şarkli, diyar kir ku di şertên ne wekhev de dikevin hilbijartinê û wiha got: "Ji roja xebatên hilbijartinê hatine destpêkrin heta niha em rastî astengiyan tên. Lê tevî her tiştî hevî û baweriya me zêde ye. Li Antalya 16 namzetên me hene û 8 jê jin in. 25'ê Hezîranê dê ji bo me dîroka serkeftinê be. "