Baca 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê 20 Euro ye

  • rojane
  • 09:40 27 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL - Şîrketa ji bo Bikaranîna Balafirgeha Nû ya Stenbolê ya 3'emîn ku di 29'ê Cotmehê de tê plankirin têxin xizmetê, şertnameya ji bo her rêwiyê ku biçin dervê welat 20 euro bistînin anî. Her rêwiyê biçin dervê welat dê 20 euro bacê bidin. 
 
Şîrketa ji bo Bikaranîna Balafirgeha Nû ya Stenbolê ya ÎGA, ji bo rêwiya şartnameyek amade kir û rêwiyên ku biçin dervêwelat divê ji xeynî heqê bilêtê 20 euro bacê bidin. ÎGA, ji bo hemû şîrketên balafirgehê terminal û xizmetên rêwiyan ji bo bacê nivîs şand. Nivîsa ku gihişt Kokpit.aero baca ku berê li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ji rêwiyan 15 dolar bac distendin, kirin cureyên Euro. Di nivîsa şartnameyê de diyar kirin ku dê ji her rêwiyê balafirgehê 20 Euro bac bê stendin. 
 
Rojên bori Midûrê Gişti yê Rêyên Hewayî ya Tirk THY Bilal Ekşî, diyar kiribû ku dê buhayê biletên 3'emîn balafirgehê kêm bibin. Di nivîsê de hat diyar kirin ku dê di 29.10.2018'an de balafirgeh ji xizmetê re bê vekirin û ji bo her rêwiyê ku biçin dervê welat li gorî Şertê Îhaleya Balafirgeha Nû ya Stenbolê 20.00 Euro ye.