Yeni Yaşam: Em di cihana çapemeniyê de ji bo jiyaneke nû gav davêjin

  • rojane
  • 09:34 27 Gulan 2018
  • |
img
 
STENBOL -  Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yeni Yaşamê ku duh na pêr dest bi weşana xwe kir Çagdaş Kaplan anî ziman ku îdiayeke wan a nû heye û got: “Di cihana çapemeniyê de em ji bo jiyaneke nû gavê davêjin.” 
 
Rojnameya Yeni Yaşamê duh na pêr dest bi weşana xwe kir. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Çagdaş Kaplan, diyar kir ku di pêvajoyeke ku ewqas çewisandin û zext li ser çapemeniyê hene, peywira dikeve ser milê wan a rojnamevanan ew e ku mafê nûçewergirtinê yê gel pêk bînin. Kaplan, anî ziman ku Rojnameya Yenî Yaşamê jî li gorî pêdiviyeke wisa derketiye. 
 
Kaplan got: “Ew wekî weşaneke ku xîtabî hemû derdorên Tirkiyeyê bikin tevgeriyane.” 
 
‘ÎDIAYEKE ME YA NÛ HEYE’ 
 
Kaplan ku got “Îdiayeke me ya nû heye” ev tişt gotin: “Di cihana çapemeniyê de ji bo jiyaneke nû em gav davêjin. Di vê atmosferas sansurî de em li vira ne û em dibêjin em ê nûçeyan ragihînin. Tevî xwînerên xwe em rojnamevan dixwazin bi vî awayî ber bi jiyaneke nû ve biçin. Loma me got jiyaneke nû. Em ji bo jiyaneke azad ketin rê. Loma me navê ‘Yenî Yaşam’ê li xwe kir.” 
 
‘EM Ê BI HEV RE MEZIN BIKIN’ 
 
Kaplan, anî ziman ku hemû tiştên di wesfa nûçeyan de ew ê di rûpelên xwe de cih bidin wan û got: “Kadroyeke me ya berfireh a nivîskaran heye. Hemû dînamîkên civakê di rûpelên me de cih digirin. Em ê bi hev re vê rojnameyê xurt bikin. Em ê tevî xwîneran xurt bikin. Helbet kêmasî hene, lê her biçe dê ev kêmasî biqedin.” Kaplan bilêv kir ku di nvengeke wisa de dê di rojnameya wan de dengê jinan, zarokan, kedkaran ku di çapemeniyên din de cih nagirin hebe. 
 
Kaplan, anî ziman ji roja ku rojname dest bi weşanê kiriye, eleqeyeke mezin ji bo wê heye û got: “Bertekeke ku xwîner li benda tişekî wisa ye derket holê. Hin kes gotin ‘hûn li kuderê man’. Hin xwîner li navenda me geriyan. Em hewl didin xwe bigihînin herçar aliyan.” Kaplan got, ew ê tevî xwînerên xwe rojnameyê xurt bikin.