Namzetê herî ciwan ê HDP’ê: Xeyalên min pêk hatin

  • rojane
  • 09:21 27 Gulan 2018
  • |
img
ERZIROM - Namzetê parlamenteriya HDP’ê yê herî ciwan ku berî hilbijartinê 10 rojan dê bibe 18 salî Saffet Polat, diyar kir ku tim xeyal dikir ku di temenê biçûk de bibe namzet û got: “Xeyalên min pêk hatin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku dengê xwe bidin HDP’ê.”
 
Namzetê parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erziromê Seffet Polat namzetê herî ciwan ê HDP’ê ye. Polat ê di 14’ê Hezîranê de bibe 18 salî, bang li ciwanan kir ku dengên xwe bidin HDP’ê. 
 
EZ HEM JI BO HILBIJARÊ Û HEM JÎ JI BO EZMÛNAN XWE AMADE DIKIM 
 
Polat ê li Taxa Kuneruvî ya navçeya Tekman a Erziromê rûdine, dibistina seretayî û navîn li Tekman bi dawî kir. Polat ji ber ku di salên lîseyê de, dinava  partiyê de cih girt, ji ber pirsgirêkên heyî necar ma ku dest ji dibistanê berde. Poklat dûr dest bi Fakulteya Hindekariya Vekirî ya lîsê dike. Polat, anî ziman ku ewê piştî hilbijartinê beşdarî ezmûnên zanîngehê bibe û wiha axivî: “Ez hem ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo ezmûnan xwe amade dikim. Berî hilbijartinê 10 rojan ezê bibim 18 salî. Bi eşkere kirina namzetiya min re xeyala min a herî mezin pêk hat. Hîna ez biçûk bûm min dixwest bibim namzetê parlamenteriyê. Ez tim dinava  partiyê de bûm. Ji ber ku  zû gehiştim xeyalên xwe, pir keyfxweşim. Divê ciwan, jin, kedkar û sosyalîst piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji ber ku HDP gel, azadî û edaletê diparêze. Ji ber vê yekê divê hîn zêdetir ciwan dengê xwe bidin HDP’ê.” 
 
‘EZ Ê PIRSGIRÊKÊN CIWANAN BIBIM MECLÎSÊ’
 
Polat, anî ziman ku ger were hilbijartin ewê pirsgirêkên ciwanan bibe meclîsê û wiha got: “Ji bo çareserkirina  pirsgirêkên ciwanan ezê bi xebitim. Êdî namzetê ciwanên bêkar û mamosteyên ciwan ên nayên tayîn kirin, heye. Ez bang li ciwanan dikim ku piştgiriyê bidin HDP’ê. Pêşeroja ciwanan û Tirkiyeyê di HDP’ê re derbas dibe.”     
 
'DIVÊ DENG JI BO DEMÎRTAŞ Û HDP’Ê BÊN DAYÎN'
 
Polat, di dawiya  axaftina xwe de wiha got: “Niha hemû namzetên serokkomariyê bajar bi bajar digerin û propagandeya xwe li qadan dikin, lê namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş rehîn hatiye gritin û nikare beşdarî xebatên hilbijartinê bibe. Birêz Demîrtaş ji aliyê yekzilamî ve di girtîgehê de rehîn tê girtin. Ev bêhiqûqî û bêmafiye. Divê Demîrtaş bê berdan û ew jî mîna namzetên serokkomarên din xebatên xwe yên propagandeyê bi rêve bibe. Ez dixwazim di tûra yekemîn de Selahattîn Demîrtaş qezenc bike û di ûra duyemîn de jî derbikeve pêşberî Erdogan. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim ku ji bo pêşeroja ciwan û Tirkiyeyê dengên xwe bidin HDP û Demîrtaş.”