Onlu: Eger em winda bikin dê hemû Tirkiye winda bike

  • rojane
  • 09:09 27 Gulan 2018
  • |
img
DERSIM – Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Alîcan Onlu, destnîşan kir ku herdu îtifaq jî dixwazin partiya wan di bin bendavê de bimîne û got: “Eger HDP di bin bendavê de bimîne, dê gelên Tirkiyeyê hemû winda bikin.” 
 
Piştî HDP’ê namzetên xwe yê parlementeriyê diyar kirin, namzet berê dan herêmên ku dê lên hilbijartin. Namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl û Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Alîcan Onlu li Dersimê dest bi xebatan kirin. Onlu, hilbijartina dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê nirxand. 
 
‘ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN TIRKIYEYÊ RÛXAND’ 
 
Onlu, diyar kir ku ji ber ku îktîdar êdî nikare welat bi rê ve bibe, biryara hilbijartina zordest daye. Onlu, anî ziman ku Tirkiye tim bi dijminahiya li hemberî kurdan hatiye birêvebirin û AKP tenê li hemberî kurdên li welat, li hemberî kurdên derveyî welat jî polîtîkaya xwe ya şer berfireh kiriye. Onlu, bal kişand ser êrîşa li Efrînê û got: “Dagirkirina Efrînê bi her awayî Tirkiyeyê rûxand.” 
 
‘BENDAV PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE’ 
 
Onlu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê du îtifaqên rastgir hatine çêkirin û sedema ku nêzî HDP’ê nebûn ew e ku HDP’ê di bin bendavê de bihêlin. Onlu got: “Pirgirêka bendavê tenê ji bo me ne pirsgirêk e. Pirsgirêka Tirkiyeyê ye. An dê dîktatoriya yekzilamî bê û rejîma xwe ava bike an jî dê gel li hemberî vê pergalê derkevin û ji bo HDP di bin bendavê de nemîne divê HDP bê destekirin. Eger HDP di bin bendavê de bimîne dê gelên Tirkiyeyê hemû winda bikin.”
 
Onlu, destnîşan kir ku dê HDP çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike, loma rîska bendavê tiştekî civakiyî ye û teqez divê HDP bê destekkirin. 
 
‘DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EM HESABÊ QIRKIRINA DERSIMÊ BIPIRSIN’ 
 
Onlu, anî ziman ku tekane partiya ku li gorî baweriya elewîtiyê tev digere HDP ye û got: “Çimkî Rêya Heq de dimeşe. Ji ber ku em elewî baweriya xwe û nasnameya xwe di bin banê HDP’ê de dibînin em li vira ne.” Onlu diyar kir ku êşa dersimiyan qirkirina 1937-38’an e û got: “Neviyên kesên di qirkirinê de hatin kuştin di HDP’ê de hatine cem hev. Ev yek di heman demê de hevrûbûyîna ji bo 1937-38’an e, hesabpirsîn e. Divê Dersimî bi HDP’ê re di 24’ê Hezîranê de hesabê qirkirina Dersimê bipirsin.” 
 
Onlu anî ziman ku dê Dersimî di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin û ji ber ku herêma wan herêmeke bejahiyî ye hîle û xurde çêdibin û ji bo ev tiştên bên astengkirin niha hewldanên ji bo mudaxilekirinê hene. Onlu, bilêv kir ku ji bilî HDP’iyan li Dersimê gel ji bo hilbijartinê dixebite. Onlu got, parastina sindoqan girîng e.