Namzetên HDP’ê yên Stenbolê bi deng û renge xwe ligel hev in

  • rojane
  • 09:07 27 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL – Namzetên parlementeriyê yên Stenbolê yên HDP’ê, destnîşan kirin ku ew ê bibin dengê bindestan û ew ê bi hev re bitêkoşin. 
 
HDP, ji her derdorên civakê kes wekî namzet nîşan dan. Namzetên hersê herêmên Stenbolê jî her yek ji wan bi renge xwe cuda ne. Ev namzet li kuçe û kolanên Stenbolê digerin û behsa HDP’ê û namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş dikin. 
 
KARAKAŞ: JI BO BIBIM DENGÊ ROJNAMEVANAN DI HDP’Ê BÛM NAMZET 
 
Îshak Karakaş ku li herêma yekemîn a Stenbolm namzetê parlementeriyê yê HDP’ê ye, ji ber parvekirinên xwe yên li hemberî operasyona TSK û OSO’yê ya li dijî Efrînê hatibû girtin û piştî demekê hatibû berdan. Rojnamevan-nivîskar Îshak Karakaş ku ji Amedê ye got: “Ji ber ku partiya hemû bindestan, bawerî û azadiyan e wî li cem HDP’ê cih girtiye. Sedema ku ez di HDP’ê de bûm namzet jî, ji bo bibim dengê hevpîşeyên xwe yên girtî û ji bo li qada siyasî girtiyên nexweş û siyasî biparêze û bibe dengê wan.” Karakaş, destnîşan kir ku HDP pirdengiyê dihebîne û dê ev yek bi awayekî baş di sindoqan de xwe bide der. 
 
HACALOGLÛ: JI DIL Û CAN PIŞTEVANIYA TÊKOŞÎNÊ YA JINAN DIKIM 
 
Aylîn Hacaloglû ku li herêma yekemîn a Stenbolê namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ye, demek dirêj e di qada mafên mirovan de dixebite. Hacaloglû, destnîşan kir ku ji ber di qda wekhevî, azadî û edaletê partiya ku herî zêde têdikoşe HDP ye, wê di nav de cih girtiye. Hacaloglû got: “Nemaze jî ez têkoşîna di qada jinê ya partiyê ji dil û can destek dikim. Sedema sereke ev e ku, min di nav HDP’ê de cih girt.” Hacaloglû, div ê çarçoveyê de bang li hemû jinan kir ku bi gotina xwe li vira bin û xwedî li sindoqên xwe derkevin.” 
 
KALENDER: MIN BIRYAR DA KU RENGÎN BIBIM 
 
Cansu İrem Kalender ku 19 salî ye, li herêma yekemîn a Stenbolê namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ye. Kalender, din av Partiya Şoreşger ku pêkhateya HDP’ê ye di nav xebatan de cih girt. Kalender sedema xwe ya namzetiyê wiha vegot: “Ez jineke ciwan û karker im. Û ez ê tim ligel bindestan bim. Bila wekî diya min, tu dayikên din negirîn û ez ê ji bo vê yekê bitêkoşim.” Kalender destnîşan kir ku wê biryar dayeke li hemberî ferzkirinên tekparêz ên AKP’ê biryar daye ku “rengîn” bibe û got: “Wisa difikirim ku em ê di nav HDP’ê de rengîn bibin. Dema em dakevin kuçeyan wexta zarok di xew de bin em ê bêdeng bibin, ne ku dema bimirin. Êdî dema dayik bigirîn em ê piştevaniya wan bikin. Êdî dema jin bên tacizkirin û tecawizkirin dê ev yek bê ceza nemine. Em ê bi destê xwe cezayê bidin vê îktîdarê. Ji ber ku di nav partiyeke ku dengê jina ye de me pir kêfxweş im.” 
 
ÇAKICI: JI BO GELÊN BINDEST HDP 
 
Yaşar Meral Çakici ku teqawid bûye jî li herêma yekemîn a Stenbolê namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ye. Çakici anî ziman ku ew hem feminist hem jî sosyalist e. Çakici, destnîşan kir ku ji ber ku HDP ligel gelên bindest e, wê HDP hilbijartiye û dixwaze di bin banê HDP’ê de bitêkoşe. 
 
ULAŞ: EZ Ê BIBIM DENGÊ XIZMÊN WINDAYAN 
 
Dîlek Ûlaş ku ji Bazîda Agiriyê ye, li herêma sêyemîn a Stenbolê namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ye. Ulaş, 3 salan di YAKAY-DER ku bi KHK hat girtin de xebitî. Ulaş, destnîşan kir ku ew ê li Meclîsê bibe dengê xizmên winda ye. Ulaş anî ziman ku HDP partiya jinan û bindesta ye û jinên ku tuzuka HDP’ê bixwînin dê xwe têde bibînin. 
 
MA / Muhammet Dogru - Necla Demir