Palandoken: Ji bo Helîn nemirin ez ê dengê xwe bidim HDP’ê

  • rojane
  • 09:06 27 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL – Nîhat Palandoken, bavê xwendekara lîseyî Helîn Palandoken (17) ku hat kuştin, li hemberî çekdarîbûna ferdî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Heta niha 30 hezar kesî îmze avêtiye. Palandoken got, ji bo Helîneke din jî nemire, ew ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê. 
 
Nîhat Palandoken, bavê xwendekara lîseyê Helîn Palandoken (17) ku di 13’ê Cotmeha 2017’an de Mûstafa Yetgîn ew li Stenbolê kutibû, demek berê li hemberî çekdarîbûna ferdî kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Palandoken, diyar kir ku Yetgînê ku keça wî kuştiye di îfadeya xwe de gotiye “Min çek li ser înternetê stend”. Palandoken, anî ziman ku li ser vê yekê wî jî kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û ji bo vê ew derî bi derî digere îmzeyan kom dike. 
 
Her wiha Palandoken din av xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de jî cih digire Palandoken heta niha 30 hezar îmze kom kirine û hedefa wî milyonek îmze ne. 
 
Palandoken dê îmzeyên ku kom kiriye paşê radestî Serokatiya Meclîsê bike. 
 
‘BILA  HELÎNÊN DIN NEYÊN KUŞTIN'
 
Bav Palandoken got: “Tekane armanca min ew ku, hin Hêlînên din nemirin. Keça min çû, êdî nayê. Lê ji bo Helînek din, Ozgecanek din, jinek din, ciwanek din nemire me ev kampanya da destpêkirin. Dema bimirin dê birîna me dîsa vebe. Piştî me milyonek îmze kom kirin, ji bor ê li ber çekdarîbûna ferdî bê girtin em çalakiyekê li dar bixin û van îmzeyan berpêşî Meclîsê bikin. Heta niha di vî warî de 5 caran pêşniyazname berpêşî Meclîsê hatin kirin. HDP û CHP ev pêşniyazneme qebûl kirin, lê îktîdarê red kirin. Nexwe dixwazin hîn bêtir ciwan, mirov û keç bimirin.” 
 
Bav Palandoken, destnîşan kir ku di 16 salên îktîdara AKP’ê de cinayetên jinan pir zêde bûne û ew ê ji vê îktîdarê re bêjin êdî bes e. 
 
‘EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM HDP’Ê’ 
 
Palandoken, anî ziman ku bi salan e ew endamê CHP’ê ye, lê belê ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê û got: “Êdî divê ev lîstik bê xerakirin. Eger HDP bendavê derbas neke, dê ev lîstik xera nebe. Her wiha Selahattin Demirtaş siyasetmedarekî mezin e, em nikarin wî piştguh bikin. Ewlada min çû, bila canê kesekî din neêşe. Bila Helînek din nemire.” 
 
MA / Sadiye Eser - Ferhat Çelik