HDP’ê li Meletiyê buroyên hilbijartinê vekir

  • rojane
  • 14:31 17 Gulan 2018
  • |
img
MELETÎ – HDP’ê li navend û navçeyên Meletiyê buroyên hilbijartinê vekir. Di vekirina buroya li Meletiyê Parlamenterê HDP’ê Muslum Dogan axivî û got: “Me li dijî rejîma yek zilamî xeta têkoşînê ava kir.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya amadekariyên hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de li Meletiyê lez da xebatên vekirina buroyên navend û navçeyan. Li navçeyên Arguvan û Yazihanê yên Meletiyê buroyên hilbijartinê vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, bernamzetên HDP’ê yên Meletiyê û rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî vekirina buroyan bûn. Balkêş bû ku gel eleqeyek mezin nîşanî vekirina buroyan da. 
 
Dogan û heyeta li gel wî li esnaf û welatiyên Arguvanê geriyan û ziyaret kirin. Dogan û yên pê re pişt re Şaredariya Arguvanê ziyaret kirin û derbasî navçeya Yazihanê bûn. Heyeta HDP’ê li vir jî beşdarî vekirina buroyê bû. Dogan di vekirina buro û ziyaretan de axivî. Dogan da zanîn ku Tirkiye welatê hemû gelan e û got: “Me li dijî rejîma yek zilamî xeta têkoşînê ava kir.”