Parêzerên Ocalan cara 756’emîn serî li dozgeriyê dan

  • rojane
  • 13:25 17 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 756’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Mazlum Dînç û Sînan Zindîr bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin car 756’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 755 caran serlêdana parêzerên bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hat redkirin.