‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’

  • rojane
  • 15:18 20 Nîsan 2018
  • |
img
RIHA - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Rihayê bi armanca şermezarkirina biryara betalkirina parlamenteriya Osman Baydemîr û Selma Irmak daxuyanî dan û gotin “Em biryarê nas nakin.”
 
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê bi armaca şermezar kirina biryara betalkirina parlamenteriya Osman Baydemîr û Selma Irmak civîna çapemeniyê li darxistin û daxuyanî dan. Rêveberên partiyan û altîvîstên Meclîsa Dayîkên Aştiyê beşdarî civînê bûn.  
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Ayşe Surucu di civînê de axivî û wiha got: “Em biryara betalkirina parlamenteriya Baydemîr û Irmak nas nakin. Bi vê biyarê hewl didin vîna gelê kurd ceza bikin. Em ê di 24’ê Hezîranê de hesabê van hemû êrîşan ji wan bipirsîn. Gelê me dê li dijî hişmendiya faşîst di sindoqan de dê bersiva herî xurt bide.”
 
'HEMÛ DI DILÊN ME DENE'
 
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ridvan Yavuz jî, axivî û wiha got: “Dibe wekîltiya parlamenterên HDP’ê betal bikin, lê ewê her tim di dilê me de bijîn.”