Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

  • rojane
  • 14:35 20 Nîsan 2018
  • |
img

KOCAELÎ - Heyeta HDP'e ku di navde Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî heye, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatin Kocaeliyê. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. 

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di navde Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û parlamenter jî hene, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji Îzmirê hatin Kocaeliyê. Heyeta ku di navde parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Garo Paylan, Muslum Dogan û Ertugrul Kurkçu û endamên MYK'ê yên HDP'ê jî hene, li ketina Korfezê ji aliyê endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Kocaeliyê ve hatin pêşwazîkirin. Heyet piştî bi girseyî û coşek mezin hatin pêşwazîkirin derbasî avahiya HDP'ê ya  Kocaeliyê bûn. Heyeta HDP'ê Dê Komeleya Hîndekariya Bilind a Kocaelî (KYOD) û saziyên sivîl ên civakî ziyaret bike. Heyet piştî li navçeya Dilovasi rêxistina HDP'ê ziyaret bike dê piştre li navçeya Gebze li salona Dahwetê ya Starê bi gel re civînê pêk bîne.