Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin

  • rojane
  • 11:48 20 Nîsan 2018
  • |
img

EDENE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re ji bo xebatên hilbijartina zordest çûn Edeneyê. Temellî û heyeta xwe bi slogana “Bijî HDP” hatin pêşwazîkirin. 

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) jî lez û bez da xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de heyeta HDP’ê ji bo xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê derbasî Edeneyê bû. Heyeta HDP’ê di têketina riya otobanê ya Edeneyê bi berzkirina sloganan hat pêşwazîkirin. Karwana HDP’ê ya ku heyetê pêşwazî kir, tûra nav bajêr pêk anî. Gel eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP’ê da û heyet pişt re derbasî avahiya HDP’ê ya Edeneyê bû. Heyet li gel rêveberên HDP’ê yên Edeneyê civiyan. Temellî û heyeta xwe bi slogana “Bijî HDP” hatin pêşwazîkirin. 
 
Temellî û heyeta pê re dê saet di 13.30’an de li Muzîkhola Şîrîn bi gel re civîn li dar bixin.