Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû

  • rojane
  • 11:15 20 Nîsan 2018
  • |
img

ENQERE - Dolar û Euro yên di demên dawî de zêde bûbûn, piştî biryara hilbijartinên pêşwext paşve kêm bûn. Lê îro dolar cardin ket nava tevgerê û ber bi jor ve çû.

Kûra dolar li hember biryara hilbijartina pêşwext bertekek erênî nîşan dabû û herî zêde di asta 4 lîreyî de bi cih bûbû, lê li hember pereyê tirk neket bin 4 lîreyan. Duh jî herçiqas ber bi jor ve tevgeriyabe jî herî zêde derket 4.0446 lîreyî. Dolar îro serê sibehê li derdora 4.0463'an bû û  Euro jî li dora 4.9930'ı tevgeriyan..
 
Lîreyî Tirkiyeyê herçiqa li hember dolar û euro zêde ne xwedî hêz be jî di nav pereyên dewletên ku pêş de diçin tevgerek pozîtîf bidest xistiye. Lê analîstên aboriyê cardin jî bibîr dixin ku lîreyê tirk bi giştî şikestina xwe berdewam dike.