Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Başûrê Kurdistanê dê li gelek bajar û navçeyan çalakiyên li dijî şerê li ser Efrînê û li ser nirxên dîrokî yên Kurdistanê dakevin qadan û çalakiyan pêk bînin. Dê li Helebce, Ranya, Silêmanî û Hewlêr îro rabin ser piya û piştgiriyê bidin gelê Efrînê. 

Gelê Başûrê Kurdistanê qonaxa duyemîn ya ‘Berxwedana Serdemê’ bi çalakiyên cûr be cûr pêşwazî dikin. Wê îro jî li gelek bajar û navçeyên Başûr li dijî dagirkeriya li ser Efrînê çalakî bên lidarxistin û piştgirî ji bo qonaxa nû ya berxwedana serdemê ragihînin.  Îro li 4 bajaran çalakî li dijî dagirkeriya Efrînê çalakî dê bên lidarxistin.
 
Di saet 11:00’an de bi însiyatîfa Grûpa Dengê Şeqam çalakiyeke nerazîbûnê li ber Ofîsa Parlementoya Iraqê ya Silêmanî tê lidarxistin.
 
Îro di saet 12:00’an de li Helebceyê çalakiyek piştgirîdayîna berxwedana mezin a Efrînê tê lidarxistin û bêdengiya raya giştî ya cîhanî û dewletan ya li hember komkujî û hovîtiyên dewleta Tirk were lidarxistin.
 
Li Hewlêrê çalakiyeke girseyî di saet 14:00’an de li ber konsolosiya Rûsya ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. 
 
Îro gelê Ranya dîsa di saet 16:00’an de ji bo Efrînê dadikeve qadan û berxwedana mezin a Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav dikin û biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê dûbare dikin.
 
Duh jî li Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê û Kelarê li dijî dagirkeriya li ser Efrînê û nirxên wê yên dîrokî û çandî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û sonda bilindkirina têkoşînê hatibû dayîn.