Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye

img

AGIRÎ - Li Bazîdê di serdegirtina malan de hevseroka HDP’ê ya navçeyê Muhsîne Nakkuş û bavê wê yê 80 salî Halît Sagin jî di navê de 8 kes binçav kiribûn û Sagin ê 80 salî 4 rojin di bin çavan de ye.

Li navçeya Bazîda Agiriyê polîsan di 16’ê Adarê de bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin. 8 kes 4 rojin li Midûryeta  Polîsan a Agiriyê tên girtin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîde Muhsîne Nakkuş û bavê wê yê 80’î salî Halît Sagin jî hene. Hat diyar kirin ku pirsgirêkên tenduristiya Sagin hene û berî demek kin hatibû emeliyatkirin. 8 kesên hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, li Midûryeta Polîsan a Bazîdê 4 rojin tên girtin. 
 
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne:  Hevseroka HDP’ê ya Bazîdê Muhsîne Nakkuş, Abdurrahman Nakkuş, Halît Sagin, Yildiz Seferoglu,  Taşkan Seferoglu, endamên Meclîsa Şaredariyê Gonul Ozturk, Remzî Turk û Fatma Dogan.