Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin

img

EDENE – Komîteya Amadekar ên Newroza Edene û Mêrsînê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên di 21’ê Adarê de destûr girtin. 

Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan li dar bixe serî li Walîtiya Edeneyê dabû. Walîtiyê bersiva erênî da serlêdana û komîteyê destûr girt. Dê Newroza Edeneyê saet di navbera 10.00-18.00’an de bi beşdariya Berdevekê HDP’ê Ayhan Bîlgen û Endama Meclîsa HDP’ê Serpîl Kemalbay pêk bê. 
 
MÊRSÎN
 
Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê jî ji bo di 21’ê Adarê de li Qada Mitîngê ya Tirmil pîrozbahiyê li dar bixe serî li walîtiyê dabû û destûr girtin. Newroza dê li Qada Tirmil di navbera saet 10.00 û 18.00’an de bi beşdariya parlamenterên HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat û Bedîa Ozgokçe bê lidarxistin.