Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin

img
WAN - Li navçeya Ebexa Wanê, polîsan serê sibê bi malan de girtin û hevserokê HDP'a  Ebexê Alî Îhsan Taş jî di nav de 8 kes binçav kirin.
 
Polîsan li navçeya Ebexa Wanê bi ser gelek malan de girtin û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Ebexê Alî Îhlan Taş jî dinavê de 8 kes binçav kirin.  Navê kesên hatin binçavkirin wane: Hevserokê HDP'ê yê Ebexê Alî Îhsan Taş, Huseyîn Gonul, Orhan Uzunyay, Gonul Uzunyay, Mehmet Faruk Trak, Mahsum Kaya û 2 kes jî navê wan nehat zanîn. Hat diyar kirin kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Ebexê.