Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin

  • rojane
  • 17:54 10 Tebax 2022
  • |
img

WAN - Rojnamevan Ziya Ataman û Sînan Karer ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê hate kirin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Ziya Ataman û Sînan Karer sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê hate kirin.

Malbata Ataman ku îro pê re bi telefonê axivîn, ragihandin ku kurê wan beriya du rojan sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê hatiye kirin.