Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê

  • rojane
  • 12:18 10 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Şaredariya Yenîşehîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de 2 negûhêzbarên li taxa Uçkûyû derxist ber firotinê. 

 
Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de 2 neguhêzbarên qada bi hejmara 2’yan a parçezeviya 1298 û qada bi hejmara 2’yan a perçezemîna 1300’an bi “Ûsûla Teklîfa Girtî ya Îhaleyê” derxist ber firotinê. 
 
Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Mûrat Beşîkçî beriya niha neguhêzbarên li taxa Uçkûyûlar ên Qada bi hejmara 3’yan a perçezemîna 1822’an ya ji 15 doniman pêk tê bi 41 milyon 500 hezar lîreyan, qada bi hejmara 3’yan a perçezena 1300’an bi 26 milyon 745 hezar lireyan û zeviya bi hejmara 667’an a li taxa Şilbê ya bi 8 hezar 600 metrekare pêk tê jî bi 36 milyon lîreyan firotibû. Heqên neguhêzbarên ku firotinên bi “Ûsûla Teklîfa Girtî ya Îhaleyê” hatine pêkanîn bi texsîtan tên razandin.