Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin

  • rojane
  • 12:14 10 Tebax 2022
  • |
img

ENQERE - Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di meha 82’yemîn de qurbaniyên qetlîamê bi bîr anî û beşdarên bernameya bîranînê daxwaz kirin ku faîlên rastî bên dîtin. 

Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ji bo 104 qurbaniyên di teqîna DAIŞ’ê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trenê ya Enqereyê de canê xwe ji dest dabûn, di meha 82’yemîn de bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de wêneyên qurbaniyan hatin hildan û rêzgirtin hat kirin û dirûşm berz kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk û rêveberên HDP’ê beşdarî bernameyê bûn. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN 
 
Ji rêveberên Komeleyê Îhsan Seylan daxwaza edaletê dubare kir û wiha got: “Heta ku kujerên rastî werin dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Berpirsiyarê qetlîamê ew kesên kus ê rojan şîn li vir ragihandin, yên ku qetlîamê ji bîra kirin û yên nayê bîra wan e. Heke roja qetlîamê li vir alên aştiyê ba bibûna wê qetlîam pêk nehata. Heta kujer bên dîtin em ê li pey doza xwe bin û daxwaza edaletê bikin.” 
 
‘BILA FAÎLÊN RASTÎ BÊN DÎTIN’ 
 
Parlamenter Habîp Eksîk jî anî ziman ku li her deverê welat bi însanên ku edaletê dixwazin tije bûye û malbata Şenyaşar, Dedeogûllari, malbatên girtiyan ji van însanan in ku edaletê dixwazin. Eksîk destnîşan kir ku piştî qetlîamê lêpirsînek karîger nehatiye kirin û got: “Em dixwazin faîlên rastî yên qetlîamê bên dîtin û darizandin.”