Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e

  • rojane
  • 17:03 22 Sibat 2018
  • |
img

WAN - Li Wanê, di panela zimanê zikmakî de, hat destnîşankirin ku divê xwedî li kurdî û zimanên din ên li ber tunebûyînê ne bê derketin. 

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de panelek li dar xist. Panel li Odeya Bazirganiyê ya Wanê (VATSO) hat lidarxistin. Nivîskar Dilawer Zeraq û Îkram Îşler tev li panelê bûn. Di panela ku bi moderatoriya Salîha Ayata hat lidarxistin de hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Ûmît Dede, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan, Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Şaredariya Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, rêveberên Kurdî-Der a bi KHK'ê hat girtin, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA jî di nav de gelek kes beşdarî wê bûn. 
 
ÎŞLER: TÊ XWESTIN KU CIVAK BÊ ZIMAN BIMÎNE 
 
Di panelê de ewil nivîskar Îkram Îşler axivî. Îşler diyar kir ku ziman hebûna civakan e û hebûna kurdan jî zimanê wan e. Îşler destnîşan kir ku civakên zimanê xwe winda bikin, hemû tiştên xwe winda dikin. Îşler got: "Faktorên herî sereke yên ziman pêk tînin erdnîgarî û awayê hilberînê ne. Dixwazin civakê veguherînin zarokekî/e bêziman." Îşler bi lêv kir ku mirov bi zimanê xwe hene û mirovên bê ziman wekî zarokeke ku digirî û got: "Ji ber vê kîjan ziman li me bê ferzkirin bila bê ferzkirin lê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Hemû ziman ji bo me biqîmet in, divê hemû bên parastin." 
 
ZERAQ: EM BI HEVDU RE RÊ QIRKIRINA ZIMANAN BIGIRIN 
 
Dû re nivîskar Dilawer Zeraq axivî. Zeraq got: "Zimanê mirov ruhê mirov e. Niha em hemû bi zimanên cuda diaxivin, evbi mecbûrî hatiye kirin, bi darê zorê hatiye kirin, lê bi awayekî zimanê xwe ji bîr dikin. Li her derî em dibêjin 'zimanê me tê asîmlekirin' û şik û gumanên xwe yên di vê der barê de tînin ziman. Lê ew guman li wir dimînin. Ger em şik û gumanên xwe pêk bînin, em ê karibin zimanê xwe biparêzin. Binihêrin dayikên me pir xweş bi zimanê xwe diaxivin. Ger em xwedî li zimanê xwe dernekevin ne bi awayekî fizîkî lê em ê di warê ziman de wan winda bikin. Em bi asîmlasiyoneke wisa re rû bi rû man ku, êdî em bi zorê pêwendiyê bi dayikên xwe re datînin. Em bi hevdu re rê li hemû qirkirinên zimanan bigirin."