'2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'

  • rojane
  • 16:33 22 Sibat 2018
  • |
img

ŞIRNEX- Malbatên Roboskiyê ku di hefteya 321'emîn a lêgerîna xwe ya ji bo edaletê de, diyar kirin ku di ser komkujiyê re 2 hezar û 247 roj derbas bûne, lê belê hîn jî edalet pêk nehatiye. 

Malbatên Roboskiyê, 19 jê zarok 34 zarokên wan di bomebabaran balafirên şerî de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 321'emîn a lêgerîna ji bo edaletê de ji ber şert û mercên hewayê bi nivîskî daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di ser komkujiyê re 2 hezar û 247 roj derbas bûne, lê belê hîn jî edalet pêk nehatiye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Paşperdeyeke komkujiya Roboskiyê ku 7 salên wê qediyan heye. Pêvajoyeke ku berpirsiyarên komkujiyê hesab nadin, berdewamkirina çewisandinên li ser me malbatên ku xizmên xwe winda kirine û herî dawî betalkirina wekîltiya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di komkujiyê de birayekî xwe winda kir heye." 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji kesên hatin qetilkirin 19 jê zarok bûn û wiha hat gotin: "Di warê wijdanî û mirovî de bi qasî îstismarkirina zarokan, mirov li dijî mirina zarokan e jî. Divê mirov li hemberî binpêkirina mafên jiyanê yên zarokên ku li Roboskiyê, Geziyê, Cizîrê û Silopiyayê hatin kuştin xwe li nedîtinê daneyne." 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê çalakiya wan a ji bo lêgerîna edaletê her pêncşem bê lidarxistin.