Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin

  • rojane
  • 15:42 22 Sibat 2018
  • |
img

AYDIN -  Zarokê 14 salî A.A. ku di otobusa CHP'iyên ji Kuşadasi diçûn Kongreya CHP'ê ya Enqereyê rastî îstîsmara rêveberê CHP'ê yê navçeya Kuşadasi M.Y., hat. Piştî bûyerê M.Y. ji partiyê îxrac kirin. Endama Baskê Jinan Kader Nart, diyar kir ku serokê navçeyê bûyer veşart. 

Rêxistina CHP'ê di 2'ê Sibatê de li Enqereyê 36'emîn Kongreya Mezin pêk anî. Rêveberê CHP'ê yê Navçeya  Kuşadasi M.Y., di otobusa ku CHP'î ji Kuşadasi ya Aydinê dibirin Enqereyê îstîsmara zarokê 14 salî A.A. kir. Bûyer li navçeya Dinarê ya Konyayê ji aliyê rêveberek jin ve hat ferkirin. Liser vê yekê rêvebera jin Kader Nart agahî da serokê CHP'ê yê  Kuşadasi Ahmet Ekmekçî. Piştî bûyerê serokê CHP'ê yê Kuşadasi hewl da bûyerê veşerê. Piştî rêveberan serîli Serdozgeriya Komarê ya Dinarê dan, îfadeya A.A. hat girtin. Der barê M.Y., yê îstîsmar kir jî biryara girtinê hat dayîn. Li ser lêpirsînê M.Y. li Denîzlî hat girtin. M.Y., ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Dinarê 
 
Piştî bûyerê CHP, M.Y. ji partiyê îxrac kirin.