Rojnameger derketin pêşberî dadger

  • rojane
  • 15:26 22 Sibat 2018
  • |
img

WAN – Danişîna doza rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan ên hatin berdan hat dîtin. 

Nûçegihanê dîhaber a bi Biryanameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Selman Keleş û rojnameger Arîf Aslan dia dara 2017’an de li Wanê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatibûn girtin. Keleş û Aslan di 21’ê mijdara 2017’an de di danişîna ewil de hatin berdan. Keleş û Aslan cara duyemîn derketin pêşberî dadger û danişîna wan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojnameger û parêzer di danişînê de amade bûn. 
 
ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ NEHAT RAKIRIN 
 
Piştî tespîta nasnameyan Keleş parastina xwe kir û sûcên ser xwe red kir û îfadeyên xwe yên berê dûbare kir. Aslan jî parastina xwe kir û tewanbariya der barê xwe de red kir. 
 
Parêzerê rojnamegeran Cîhat Durmaz jî daxwaz kir ku şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlên wî bê rakirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir û danişînê taloqî 5’ê hezîranê kir.