Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin

  • rojane
  • 15:22 22 Sibat 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Leşkeran li 4 gundên Geverê bi ser gelek malan de girt û 9 kes binçav kirin. 

Leşkeran avêt ser 4 gundên Gevera Colemêrgê. Di avêtina ser gundan de yek jê jin 9 kes hatin binavkirin. Di avêtina ser gundên Tîloran, Şîşemzîn, Dara û Yoncalikê kesên hatin binçavkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Piştî karên li fermandariya cendirmeyan, kesên binçavkirî sewqî Emniyeta Navçeyê hatin kirin. 
 
Di avêtina ser malan de tifingên bi ruxset hatin destserkirin û her wiha saetên logoya DBP'ê li ser in jî bi hinceta "tabloya ku agahiyên rêxistinê dihebîne" hatin desteserkirin.