4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 14:24 22 Sibat 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Li Îzmîrê, polîsan serê sibê ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. 16 kesên di 14’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin jî sewqî edliyê kirin. 

Li navçeya Menemen a Îzmîrê polîsan serê sibê hemwext bi ser malan de girtin, Menderes Koçak û Serkan Yildiz ên di operasyona 6’ê Sibatê de hatin binçavkirin û di 19’ê Sibatê de hatin berdan jî dinavê de, Yîgît Uste û Baran Durukan binçav kirin. Polîsan 4 kesên binçav kirin birin Midûryeta TEM’ê ya Îzmîrê. 
 
16 KES SEWQÎ EDLIYÊ KIRIN
 
Li aliyê din 16 kesên di 14’ê Sibatê li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû û piştî kontrola tenduristiyê anîn Edliya Îzmîrê.