Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin

  • rojane
  • 15:11 9 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Serokên Baroyan ji bo hevdîtinên teklîfa baroyan a li Meclîsê didome dîsa çûn Enqereyê û li Parka Kûgûlû kom bûn. Polîsan serokên baroyan carek din dorpêç kir. 
 
Li Meclîsê li ser teklîfa guhertina pergala baroyan ango pergala pir baroyan hevdîtin didome. Ji bo vê yekê serokên baroyan û parêzer carek din berê xwe dan Enqereyê û li Parka Kûgûlû li hev civiyan. Serokên baroyan û parêzer teklîfa li serê hevdîtin tê kirin şermezar dikin. Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Enqereyê derdora parkê ji çûnehatê re girt. Polîsan destûr neda rojnameger karê xwe bikin û ji bilî serokên baroyan her kesî ji parkê derxistin. Destûra tu parêzerî nayê dayîn biçin parkê. Serokên baroyan nasnameya xwe nîşan didin û dikevin parkê. Çalakiya serokên baroyan di dorpêça polîsan de didome.