Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin

  • rojane
  • 15:06 9 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Parêzeran di çalakiya “Nobeta Edaletê” ya vê hefteyê ji bo hevpîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytal Unsal ên di rojiya mirinê de ne bang li Dadgeha Bilind kirin û xwestin biryara xwe bide. 
 
Çalakiya parêzeran a “Nobeta Edaletê” vê hefteyê li ber Edliya Çaglayana Stenbolê dewam kir. Parêzeran vê hefteyê bal kişand ser rewşa hevpîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên li girtîgehê ji bo adilane werin darizandin di rojiya mirinê de ne û gelek parêzer û hevjîna Unsal, Dîdem Baydar Unsal jî beşdarî çalakiyê bûn. Dîdem Baydar Unsal daxuyanî da û bi bîr xist ku Tîmtîk 189 roj in û hevjînê wê Aytaç 185 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ne û tenê ew dixwazin bi awayek adilane werin darizandin. Baydar Unsal anî ziman ku rewşa Tîmtîk û hevjînê wê nebaş dibe û xwest Dadgeha Bilind ji bo daxwaza wan bikeve tevgerê û demildest biryarê bide û parêzerên girtî berde.