Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê

  • rojane
  • 12:41 9 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED - Endamên Meclîsa Şaredariya Farqînê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin negirtin civîna Meclîsê ya mehane. 
 
Hevşaredarê Farqînê Abbas Azîzoglû yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê xwestin biçin beşdarî civîna meha tîrmehê ya Meclîsê bibin. Polîsan destûr neda ku endamên Meclîsê yên HDP’yî beşdarî civînê bibin. Encûmenên Meclîsê li avahiya HDP'a Farqînê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredar Abbas Azîzoglû axivî û diyar kir ku li ser fermana qeyûm wan negirtine civînê û ev berdewamiya desteserkirina îradeya gel e. Azîzoglû girteka ku girtine bi rojnamegeran re parve kir û got ew ê li gel desteserkirina vîna gel jî xizmeta xwe ya ji xelkê Farq3inê berdewam bikin.