ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske

  • rojane
  • 12:24 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Endamên Komîsyona Hiqûqî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, diyar kirin ku girtîgeh ji bo jiyana dayika aştiyê Makbûle Ozbek û Eylem Oyûmlû bi riske û daxwaza berdan wan kirin. 

 
Endamên Komîsyona Hiqûqî ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, dayika aştiyê Makbûle Ozbek û Eylem Oyûmlû ya bi du zarokên xwe re hat girtin, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê ziyaret kirin. Endamên komîsyonê, derbarê hevdîtin û serdana xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nexweşiyên kronîk ên dayika aştiyê Makbûle Ozbek hene. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê di girtîgehê de giran bûne. Dîsa demarên çavên pitika Oyûmlû xitimîne û nexweşiya bronşîtê ya zaroka wê ya 2 salî jî giran dibe. 
 
REWŞA OZBEK GIRAN DIBE
 
Di dewama daxuyaniyê de, ev agahî hatin dayîn: “Dayika aşiyê Makbûle Ozbek bi 4 girtiyên jin re di beşa karantînayê de dimîne. Pirsgirêkên nexweşiyên wê yên kronîk giran bûne. Di 7’ê Tîrmehê de rewşa wê xirab dibe û wê radikin revîrê. Dayika Makbûlê 72 saliye. Nexweş bû û pir westiya bû.” 
 
ZAROKÊN NEXWEŞ DI GIRTÎGEHÊ DENE 
 
Di daxuyaniyê de behsa rewşa Eylem Oyûmlû û du zarokên wê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Eylûm Oyûmlû bi zarokên xwe yên yek mehî û 2 salî re, di beşa karantînayê de tên girtin. Demarên çavên pitika Oyûmlû ya 1 mehî xitimîne û ji ber vê êşê dike. Dîsa nexweşiya bronşîtê ya zaroka wê ya 2 salî jî giran bûye. Divê pitika Oyûmlû bê dermankirin û bijîşkê girtîgehê ji re gotiye divê ev tedawî 6 mehan dewam bike.” 
 
‘GIRTÎGEH JI BO JIYAN WAN BI RÎSKE
 
Endamên komîsyonê di dawiya daxuyaniyê de rayedarên edlî û îdarî vexwendin berpirsiyariyê û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kirin: “Em rayedarên edlî û îdarî vedixwînîn peywirê. Ji ber şert û mercên girtîgehê dibe ku her kêlî rewşa dayika aştiyê Ozbek, dayika du zarokan Oyûmlû û her du zarokên wê xirab bibe. Ji ber nexweşî û rewşên wan ên taybet divê Makbûle Ozbek û Eylem Oyûmlû bên berdan. GirtÎgeh ji bo jiyana xwe riskek mezin ava dike. Ji ber vê em daxwaza berdana wan dikin.”