Daneşîna Bîlgen taloq bû

  • rojane
  • 11:57 9 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi hinceta endamtiya Lîjneya Şêwirmendiyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê tê darizandin, daşenîna doza wî taloq bû. 
 
Daneşîna Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi hinceta endamtiya Lîjneya Şêwirmendiyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, bi sûcdariya “Xerakirina yekparebûna welat û yekitiya dewletê” , “Endamtiya rêxistinê” , “Propagandaya rêxistinê” û “Bi armanca sûc kirine avakirina rêxistinê” doz lê hatibû vekirin, hat dîtin. Daneşîn li 24’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin û Bîlgen tevlî nebû. Parêzerê Bîlgen li daneşînê amade bû. 
 
BERAET HAT XWESTIN 
 
Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir de Parêzer Kiliç, diyar kir ku di vê astê de tiştekî ku bibêjin tuneye û bi awayekî nivîskî daxwazname pêşkêş kirine û wiha got: “Bersûcên di heman astê de beraet kirine. Divê di dosya me de jî derbarê bersûc de biryara beraetê bê dayîn.”
 
Dozger jî ji bo ku derbarê esasê de mutalaa amade bike daxwaza dosyayê kir. 
 
DANEŞÎN TALOQ BÛ
 
Piştre dadgehê biryara xwe aşkera kir û dosyayê da dozger û dem da ku heta roja daneşînê mutalaa xwe amade bike. Her wiha dadgehê çûyîna mecbûrî ya daneşînê ya Bîlgen rakir û daneşînê taloqî 15’ê cotmehê kir.