Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin

  • rojane
  • 11:45 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE  - Serokên baroyan, li dijî pêşnûmeya "Pir baroyî" ya di Meclîsê de tê dîtin perêzer vexwendin Enqerê û gotin: "Heya ku pêşnûme di Meclîsê bê nîqaşkirin em ê di nobetê de bin."

Du madeyên ewil ên pêşnûmeya Pir-Baroyî ya ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat amadekirin û di Desteya Giştî ya Meclîsê de tê dîtin, hatin qebûlkirin. Serokên baroyan li ser vê yekê, li dijî pêşnûmeya qanûnê parêzer vexwendin Enqerê. Serokên baroyan, li ser hesabên xwe yên medya civakî hashtga Parastin were Enqerê  (#SavunmaAnkaraya) parvekirin û diyar kirin ku heya nîqaşên pêşnûmeya qanûnê di Meclîsê bên kirin, ew ê di nobettê de bin. Serokên baroyan di vê çarçoveyê de parêzer vexwendin Enqerê.