Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte

  • rojane
  • 09:24 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir der barê vegera ber bi Şengalê de axivî û got: “Li pêşiya me meha Tebaxê heye. Ev meh, ji bo gelê êzîdî meheke pir biêş e. Ji ber wê jî bi taybetî di vê mehê de vegera ber bi Şengalê biwate ye. Bersiva herî xurt e, ji kesên ku ev qirkirin pêk anîne."

Ji ber êrîşên DAÎŞ’ê li dijî Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de, bi hezaran şêniyên Şengalê ji xaka xwe koçber bibûn. Piştî koçberbûnê 6 sal şûnde niha gelê êzidî hêdî hêdî vedigere warê xwe. Di rojên dawî de bi sedan şêniyên ku ji warê xwe koçber bibûn, vegeriyan çûn Şengalê. Şeniyên ku vedigerin ser warê xwe ji aliyê Komîteya Pêşwaziya Koçberan a Şengalê ve tên pêşwazîkirin. Berdevkê Komîteya Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir der barê vegerê de axivî. Şekir, anî ziman ku vegera gelê êzidî pir girîng e û got, veger bersiva herî xurt e, ji kesên ku êrîş birine ser Şengalê û gelê êzidî. 
 
‘DI ROJÊ HERÎ KÊM 50'Î MALBAT VEDIGERIN’
 
Şekir, diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek kes vegeriyan û got: “Ev du meh in veger dest pê kirine. Beriya niha destûra nedidan ku gel vegere. Di rojên dawî de nêzî 2 hezar veger çêbûne. Ji van gelek kes li gundên cuda cuda bicih dibin. Di destê me de dane hene. Lê em nikarîn bibêjîn ku vegereke sedî sed heye. Lê ji ber ku her roj veger çêdibe em nikarîn hejmareke aşkere parve bikin. Malbatên ku vedigerin herî zêde li gundên Qibedîc, Telezîr,Tilqesab û Şengalê bicih dibin. Heta niha nêzî 800 malbat vegeriyane. Malbatên ku vegeriyan jî hemû malbatên ku malên wan hatin hilweşandin. Malbatên ku malên wan hatin hilweşandin, bi tu awayî malên wan nehatine avakirin. Ji bo ku ev mal bên avakirin jî, heta niha xebatek nehatiye kirin. Lê em ji bo avakirina van avahiyan di nav hewldanan de ne. Avahiyên ku paceyên wan tune ne, yan jî deriyên wan tune ne, em ê ji wan re bibin alîkar. Bi vê rêbazê em ê ji bo avakirina malan di nav hewldanan de bin. Kesên ku vegeriyan bi derfetên xwe vegeriyane û bi derfetên xwe malên xwe avakirine. Qasî 200 hezar malbat hene. Ji van 8 hezar vegeriyan malên xwe. Lê li gorî rojan ev hejmare carna diguhere. Di nava rojê de herî kêm 50 malbat tên. Îro nêzî 70 malbat hatin. Dibe ku sibê 100 an jî 200 malbat bên. Ji ber ku havîn e jî gelek ji van malbatan di baxçeyên avahiyan de konên nayylonî vedane û dı wan konan de dimînin. Bi kurtayî ez dikarim bibêjim ku gel bi derfetên xwe vedigere ser axa xwe. “
 
PIRSGIRIKA AV Û CEYRANÊ
 
Şekir, axaftina xwe wiha domand:” Bi giştî gelê Şengalê rojên zor û zehmet derbas dikin. Ji aliyekî av tune ye û li aliyê din ve jî ceyran tune ye. Aliyeke din ve jî pirsgirîkên siyasî hene. Dema ku ev pirsgirîkên heyî nayên çareserkirin, gel bi pirsgirîkên mezin re rû bi rû dimîne. Dema ku me ev pirsgirîk li ber çavan girtin, me dît ku hem hêzên ji derve û hem jî hêzên navxweyî li ser Şengalê projeyên mezin difikirin. Di nava 24 saetan de tenê 6 saetan de ceyran heye. Carna jî ceyran qet tuneye. Tu amûrên ceyranê tunene. Bi taybetî jî şênîyên li Tîlhesab, Tîlbenad, Tîlezîz bi pirsgirîkên mezin re rû bi rû ne. Lê ji xeynî van gundan li herêma Şamalê gundên Sînon, Kanesor, Dîgor, Burîk û Hîrdabê ev pirsgirêk pir zêde nayê dîtin.”
 
ŞENGAL Û POLÎTÎKAYÊN TAYBET 
 
Şekir, anî ziman ku hêzên navnetewî li Şengalê bi polîtîkayên taybet dixwazin civaka êzidî belawela bikin û got:” Gelê Şengalê ji her aliyên xwe ve birîndar e. Niha helwesta hikûmeta Iraqê ya li hemberî Şengalê li berçavan e. Lê hêzên navnetewî li dijî van pêkanîna bêdeng in. Ev bêdengî jî pirsgirêkeke siyasî ye. Li hemberî van pirsgirêk û êrîşên heyî ne Îran, ne Iraq û ne jî DYA deng nake. Di xeta Iraqê de bi taybetî li ser Şengalê polîtîkayeke taybet tê meşandin. Siyaseta ku tê meşandin birînên heyî derman nake. Ji xwe ji bo dermankirina van birînan jî tu hewldanên wan tunene û dijberî vê tevdigerin. Ji bo ku civaka êzidî belawela bikin û rêxistina heyî perçe bikin siyasetê didin meşandin. Înkarkirina van rêxistinan û astengkirina van xebatan, înkarkirina gelê êzidî ye. Bi taybetî jî hêzên leşkerî ji gelê li vir re dibêje ‘Em we êzidî qebûl nakin û pêwîste hûn jî mîna me bin.’ Ji gel re ev gotin tên kirin. Birînên gelê êzidî wê çawa bên dermankirin? Di destpêkê de divê hêza leşkerî bihêz bikin. Ya duyemîn jî hêza siyasî. Gelê Şengalê hêz û bawerî ji nasnameya xwe ya êzidîbûnê digire. Li ser gelê êzidî polîtîkayên înkarkirinê tên meşandin. Hêzên wekî hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku pêşiya qirkirina êzidiyan vekin. Bi van polîtîkayan dixwazin sala 2014’an cardin pêk bînin. Lê heta niha me tu caran ev polîtîka qebûl nekirin û em ê tu caran jî qebûl nekin.”
 
‘LI IRAQÊ TENÊ JI CIWANÊN ŞENGALÊ RE KAR TUNE YE’
 
Şekir, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo avakirina aboriya xweser heta niha bi tu awayî gavên girîng nehatine avêtin û got: “Li ser Başûr êrîşên mezin hene. Em baş dizanin ku bi piştgiriya hikûmeta Iraqê, Tirkiye van êrîşan pêk tîne. Bi rêbazên cuda ev êrîş pêk tên. Ji bo avakirina aboriya gelê Şengalê heta niha tu gavên girîng nehatine avêtin. Gel bi derfetên xwe aboriya xwe ava dike. Gelê Şengalê hemû bê kar e. Ciwanên ku zanîngeh qedandine kar bi dest wan nakeve. Ev jî nîşanî me dide ku hikûmeta Iraqê gelê êzidî nas nake. Li Iraqê tenê ji ciwanên Şengalê re kar tune ye. Ji ber ku kar tune ye jî ev ciwan ji nêçarî koçî Ewropayê dikin.”
 
‘EM Ê BI HEV RE QADÊN RÊXISTINÎ, BÎRDOZÎ Û ÇANDÎ AVA BIKIN’
 
Şekir, diyar kir ku veger berteka herî xurt e, li dijî êrîşên navnetewî û got:” Niha pêşiya me meha Tebaxê ye. Ev meh ji bo gelê êzîdî meheke pir biêş e. Ji ber wê jî bi taybetî di vê mehê de vegera ber bi Şengalê ve biwate ye. Ji kesên ku ev qirkirin pêk anî re, bersiva herî xurt e. Bi vegeran van êrîşan û polîtîkayên tunekirinê pûç û vala derbixînin. Ger ku em hêza xwe ya rêxistinî û leşkerî bi hêz nekin, wê demê vegerên me jî dê bêwate bin. Gelê me yê ku li Ewropayê divê vegere ser axa xwe. Em ê bi hev re qadên rêxistinî, bîrdozî û çandî bi hêz bikin û Şengalê ji nû ve ava bikin. Ji ber vê yekê jî divê gelê Şengalê vegere ser axa xwe û xwedî li axa xwe derbikeve.
 
‘DIVÊ EM HÊZA XWE YA XWESER AVA BIKIN’
 
Şekir, bal kişand ser rol û misyona hêza leşkerî û ev tişt anîn ziman: ” Wekî YBŞ û YJŞ sedî 70’î û 80’î Şengal destê me de ye. Zarokên vê xakê gelê Şengalê diparêzin. Kesên ku ewlehiya me diparêzin ew in. Dijmin nahêle ku em bi aramî bijîn. Lê li hemberî dijmin me jî tedbîrên xwe girtine. Divê wekî gelê Şengalê em hêza xwe ya leşkerî bi hêz bikin. Ez dikarim bibêjim ku ewlehiya ku li Şengalê, li Iraqê nîne. Divê li hemberî her êrîşê çavên me vekirî bin. Divê gelê me nebêje ku dijminê me xelas bûye. Li hemberî vê divê hêza xwe ya xweser ava bike.”
 
‘GELÊ ŞENGALÊ WÊ HÊZA XWE YA SERBIXWE BI RÊXISTIN BIKE ‘
 
Şekir, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Şengalê kir û got:” Divê em xwedî li vê hemleyê derbikevin. Ger ku her yek ji me ji aliyekî ve xwedî li vê hemleyê derket, em bawerin ku em ê serbikevin. Gelê Şengalê di vê pêvajoyê de wê hêza xwe bi rêxistin bike û bersiv bide van êrîşan. Qedera me ne di destê kesan de ye. Em bi bawer in û hêvîdar in û dikarîn her êrîşê vala derxin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût / Mujdat Can