Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin

  • rojane
  • 09:23 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

ÊLIH – Ajansa fermî ya dewletê AA, ev demeke reklama Heskîfa ku di bin avê de hatiye hiştin û beton li ser hatiye rijandin serwîs dike. Lê belê li qada ku hatiye çêkirin ji niha ve hin dever rûxiyane. 

Bi Bendava Ilisûyê ku navê wê dû re hat guherandin û navê Veysel Eroglû lê hat kirin, tevî Heskîfa dîrokî 199 jîngeh di bin avê de man. Hê jî texrîbata ku ji ber bendavê rû da ye didome, lê belê ajansa fermî ya dewletê Ajansa Anadolûyê (AA) ev demek e reklama Heskîfê dike û dibêje "Heskîfa nû li benda mêvanê xwe ye." Piştî wêneyên ku AA'yê parve kirin raya giştî jî bertekên tund nîşandan.  
 
Berî ku bendav avê bigire gelek berhemên dîrokî hatibûn veguhastin û li cihê jê re dibêjin Heskîfa nû hatibûn bicihkirin. Her wiha hefteya borî Qesra Biçûk ku tê gotin 900 sal berê hatiye çêkirin di bin avê de mabû. Piştî vê xebatên ji bo tehliyekirina avê dest pê kiribûn, lê belê niha ev xebat jî sekinîne. Bi tehliyekirina avê hîn bêtir av ketibû qesrê û tê gotin heke ava bendavê dakeve biniya 5 metreyan wê deverên qesrê yên avê tê re diçin bên çêkirin. Ligel vê tê diyarkirin ku dibe ku qesr birûxe jî. 
 
Her wiha ligel gelek deverên ku bi betonê hatine tijekirin gelek deverên Geliyê Qadê jî rûxiyane. Ji ber vê hin dîwarên li dora kelehê hilweşiyane û tê gotin heger li Geliyê Qadê tevdîr neyên girtin dibe ku gelek deverên din jî birûxin. Piştî hin dever rûxiyan têketina Geliyê Qadê bi têlan hat girtin. Nehat hînbûn ku wê li vê qadê xebateke bi çi rengî bê kirin. 
 
MA / Metîn Yoksû