TUAY-DER: Rîska li girtîgehan mezin e 2020-03-26 15:26:58 AMED - TUAY-DER'ê, diyar kir ku li girtîgehan rîsk mezin e û destnîşan kir ku girtî hemû divê karibin ji guhertina qanûnî sûdê werbigirin. Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUAY-DER),  ji ber negirtina tevdîrên têrker li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Di rewşekê de ku zehmet e mirov li derve li dijî vîrûsê têbikoşin, gelo yên li girtîgehan dikarin xwe çiqasî jê vegirin?"   TUAY-DER'ê ragihand, Wezareta Tenduristiyê têkildarî girtiyan agahiyên têrker nade û malbat di nava fikaran de ne. Di daxuyaniyê de hate gotin, li gelek girtîgehan pîvanên hîjyenê bi cih nayên anîn, dezenfekte nehatiye kirin, dema derketina hewşê kêm e, malzemeyên paqijiyê têrker nayîn dayin. TUAY-DER'ê bal kişand ser pêşnûme qanûna nû ku girtiyên siyasî nikarin sûdê jê werbigirin û destnîşan kir ku ev yek li dijî pîvana wekheviyê ya Destûra Bingehîn e.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê TUAY-DER'ê em li ber vê cihêkariyê radibin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku cihêkariyê nexin nava mehkûman. Divê girtî hemû karibin sûdê ji qanûnê werbigirin. Mehkûmên girtî jî bêyî li benda guhertina qanûnê bimînin divê tavilê bên berdan."