Di vê qeyrana vîrûsê de yekemîn projeya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê 2020-03-26 14:32:16   STENBOL - Di vê qeyrana şewba vîrûsa corona ku hemû cîhan wê niqaş dikin îqtîdara AKP'ê yekemîn projeya har a Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê.    Li cîhanê û Tirkiye hemû kes li dijî şewba kurevî vîrusa corona ketine nava fikaran. Lê AKP bi şopa talankirin û wêrankirina xwezayê ketiye. Di vê pêvajoya ku her kes vîrûsê niqaş dike, AKP'ê yekem projeya Kanal Îstanbul derxist îhaleyê. Projeya ku Serokomar Tayyip Erdogan wekî "Projeya Har" pênase dike ya Kanal Îstanbul derxistin îhaleyê. Projeya ku Wezareta Jêrzemina Ragihandinê  têxe meriyetê, dê Odabaşiya dîrokî ya Başakşehirê û pira Dursunkoy a Dîrokî ya Arnavutkoyê ji îhaleyê re vekirin. Dîsa Rêyên Bejayî yên Kagıthane li Midûriyeta Herêmê ya yekemîn ji îhaleyê re hat vekirin.  Hat diyar kirin ku ji bo ihaleyê daxwaz ji 5 şîrketan re şandin. Ji bo îhaleyê Mukarnas Mimarlık 500 hezar tl, Hasan Fehmi Şahin 550 hezar tl, Safir Jeoteknik 507 hezar tl, Altıparmak Mimarlık ji 408  hezar tl da.    Ji bo kar 350 roj hat diyarkirin. Ji bo cihê pirê biguherin dê li cihên alternatif bigerin.